Aşûriyên li Tirkiyê ji pêşeroja xwe bi fikar in

Aşûrî û Suryanên ku ji gelên kevnar ên xiristiyan ên Rojhilata Navîn in, li Tirkiyê bi taybet li gel hikumeta Erdogan ji ber pêşeroja xwe bi fikar in.

Aşûriyên li Tirkiyê ji pêşeroja xwe bi fikar in
5 hezîran, 2020   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî tundî û qetlîaman gelek Aşûrî neçar kirin ku di sedsala 20’an de ji Tirkiyê derkevin û nêzî 4 hezar aşûrî li welat man.

Aşûrî niha li tevahî Ewropayê pergende û şerpeze ne, her wiha zêdetirî 100 hezar Aşûrî li Almanya, 100 hezar li Swêdê, bi deh hezaran li Belçîka, Fransa û Hollandayê dijîn.

Yohannon Akaî (50) li herêma Tûrabdîn a Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dijî. Yohannon Akaî ji AFP’ê re wiha got: "Di demên borî de li gundê me 200 malên xiristiyanên Suryanî hebûn û 3 dêrên wan hebûn. Li her taxekê dêrek hebû û rojên yekşemê tijî dibûn."

Gundê ku bi navê Eyn Warodo anku bi suryankî Eyn Werde dihat naskirin, cihê bi sedan malbatên Aşûrî bû, lê tenê 3 malbat tê de mane, jê malbata Yohannon Akaî ku cotkar e û bavê 8 zarokan e.

Li gorî serokê Yekitiya Komeleyên Suryanan Evjel Turker, Suryan der barê pêşeroja civakê xwe li Tirkiyê de li gel kêmbûna hejmara şêniyan di vê dawiyê de, bi fikar in. Her wiha 2 hezar Aşûrî li Stenbolê hene.

Evjel Turker diyar kir ku ew wek civakên din dosyayên aborî û fişarê yên siyasî yên hikumeta Recep Tayyîp Erdogan bandor li wan jî kir.

Aşûrî destnîşan dikin ku kiryarên kuştinê yên 1915’an de qirkirinên komî mîna yên Seyfo ku di heman demê de li dijî ermenan jî pêk hatiye.

Îsal metirsiyên zêde li ser Aşûriyan çêbûn, ew jî piştî windabûna her du hevjînên Kildan ên di Çileyê de li Şirnexê. Di heman demê de hê jî Hermes Derel (71) winda ye, her wiha hevjîna wî Simone di Adarê de mirî hat dîtin. Her wiha girtina keşeyê Suryanî yê Sever Belson bi tawana terorê, gelek metirsî çêkirin.

(fr)

ANHA