Kampa Girê Spî dîsa koçberan pêşwaz dike

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî piştî zêdetirî 2 mehan careke din dest bi pêşwazîkirina koçberan kir. Rêveberiyê diyar kir ku kamp dikare tenê koçberan ji bo hezar konî bigire.

Kampa Girê Spî dîsa koçberan pêşwaz dike
Kampa Girê Spî dîsa koçberan pêşwaz dike
Kampa Girê Spî dîsa koçberan pêşwaz dike
Kampa Girê Spî dîsa koçberan pêşwaz dike
Kampa Girê Spî dîsa koçberan pêşwaz dike
2 hezîran, 2020   07:02
EYN ÎSA

Rêveberiya kampê îro dest bi pêşwazîkirina koçberên kantona Girê Spî û gundewarên wê kir. Ev yek piştî du mehan ku pêşwazîkirina koçberan hatibû sekinandin, pêk hat. Kamp piştî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke tedbîr ji bo pêşgirtina li Koronavîrusê di 23`yê Adarê de, ji bilî rewşên girîng, tu kes pêşwazî nedikir.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encama wê de bajarên Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin, zêdetirî 300 hezar kes ji her du bajaran neçarî koçberiyê bûn, ji wan nêzî 75 hezaran ji kantona Girê Spî û gundewarên wê ne.

Piraniya koçberên Girê Spî berê xwe da bajarê Reqayê û gundewarên wê yên bakur û li gel xizmên xwe yan jî di malên hilweşiyayê de xwe bi cih kirin an bi kirê rûniştine.

Ji ber nebaşbûna rewşa jiyanî û daketina lîreyên Sûriyê li beramberî dolar, her wiha bilindbûna buhayên kirêya malan, pıraniya koçberan berê xwe da kampên ku ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve hatine avakirin. Ew kamp ji bo pêşwazîkirina koçberên kantonê di 22`yê Mijdara derbasbûyî de hate avakirin.

Koçberê bi navê Robîn Casim Yehya ji gundê Tirkmen e sedema çûna li kampê diyar kir û wiha got: "Destpêkê em koçber bûn, min berê xwe da bajarê Reqayê. Min ji xwe re malek kirê kir. Lê ji ber nebaşiya rewşa madî bihabûna kirêya mala ku ez tê de bûm, min berê xwe da kampê. Rêveberiya kampê em pêşwazî kirin. Ji me re hemû pêdiviyên pêwîst û madeyên xwarinê peyda kirin."

Ji ber rewşên koçberiyê rêveberiya kampê hewl dide koçberan pêşwazî bike. Bi hemû derfetên xwe û bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Reqa û Komseriya Kar û barên Koçber û Penaberan hemû pêdiviyên pêwîst peyda dike.

Rêveberiyê tevî rewşên qedexeya derketina derve û piştî çêkirina testên pêwîst û tekezkirina ji selametiya wan 365 koçber pêşwazî kirin, ji ber rewşên wan zehmet bûn.

Di vê çarçoveyê de rêveberê kampê Elî Neda Qebîn wiha axivî : "Me îro bi awayeke fermî dest bi pêşwazîkirina koçberan kir, ji ber ku gelek koçber ber bi kampê ve hatin û rewşa wan a madî ne baş bû." 

Qebîn destnîşan kir jî ku wan bi çavdêriya tîmên Tenduristiyê yên di kampê de hemû tedbîrên xwe girtine. Elî diyar kir ku wan amdekariya çêkirina hezar konan kiriye, jê 614 hatine amadekirin û heya niha wan 19 malbat lê bi cih kirine.

Elî Qebîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan pêşniyara firehkirina kampê kir, ji ber ku gelek koçber ber bi kampê ve tên û bang li aliyên eleqedar kir ku alîkariya koçberên di kampê de bikin.

Nêzî 3 hezar û 100 koçber li kampê bi cih bûne û hejmar hîn jî zêde dibe.

(bx)

ANHA