‘Karkirin azadî ye’

PYD’ê bi dirûşma ‘Karkirin azadî ye’ bi alîkariya bi sedan endamên sazî, nûner û meclisên Rêveberiya Xweser ên kantona Qamişloyê, pêngava xwe berdewam dike. Beşdaran got “Ev pêngav hevgirtinê di nava pêkhateyan de çêdike.”

‘Karkirin azadî ye’
‘Karkirin azadî ye’
‘Karkirin azadî ye’
‘Karkirin azadî ye’
2 hezîran, 2020   06:39
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÎ- HÊLÎN HESEN

Ji seatên sibehê ve endamên meclis, komîn, saziyên Rêveberiya Xweser, ji bo çinîna kemûnê berê xwe didin gundê Navkurê yê bajarê Qamişloyê. Ev însiyatîf di 27’ê Gûlanê de, ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hat destpêkirin. Erdê ku kemûn lê tê çinîn 200 donim e.

Armanca vê pêngavê, alîkariya ji malbatên hewcedar re ye. Kesên ku beşdarî çinîna kemûnê dibin, ji her sê pêkhateyên kantona Qamişloyê yê Kurd, Ereb û Suryan in.

‘ZIBARE HEZKIRINÊ DI NAVA PÊKHATEYAN DE ÇÊDIKE’

Sûad Melko, şêniyek ji pêkhateya Suryan e û ji navçeya Tirbespiyê ye. Temenê Sûad 65 salî ye. Sûad jî beşdarî pêngavê bûye. Sûad dibêje: “Em kar dikin, da ku em hewceyî kesî nebin. Em hemû pêkhate bi hevkarî kar dikin.”

Sûad Hisên jî şêniya ji pêkhateya Ereb e. Sûad bi keyfxweşî beşdarî kar dibe. Sûad diyar kir ku ew ji bo bilindkirina asta hevkariya di navbera pêkhateyan de beşdarî xebatê bûye. Sûad got: "Berê ev çand di nava şêniyên gundan de hebû. Ev însiyatîf baş e, ji bo vegerandina çanda hevkariyê. Bi vê hevkariyê em rê li pêşiya dagirkerên ku dixwazin xaka me dagir bikin digirin, ev kombûn hevgirtin û hezkirina di navbera pêkhateyan dide diyarkirin"

Sûad hêviya berdewama însiyatîfê kir û got: "Karkirina bi hev re (zibare) hezkirinê di nava her kesî de dide avakirin û mirov bi xaka wî re girê dide."

Tê payîn ku ev pêngav li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike. 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WD-nNzAO12A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>