Mijarên rojnameyên erebî- 2 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro der barê bandora Qanûna Qeyser a li dijî rejîma Sûriyê de nivîsîn û geşedanên li Lîbya, Tûnis û Iraqê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî- 2 Hezîran
2 hezîran, 2020   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: VEBIJÊRKÊN EL-ESED LI HEMBERÎ QEYSER PIR KÊM IN

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsand: "Qanûna Qeyser (Sezar) ku Amerîkayê li dijî Sûriyê erê kiriye, roja duşemê dest pê kir. Li gorî zagonê dê rejîm û hevkarên wê bêne cezakirin. Di vê navberê de pirs tê kirin ka serok Beşar El-Esed û kabîneya wî çi qas dikarin li van zagonan bizivirin, bi taybet ku rewşa aborî bi awayekî dramatîk hilweşiya, ji ber şerê ev neh sal e dewam dike, her wiha ji ber nakokiyên di nava malbata El-Esed de ku ev rewş hemû bandorê li lîreyê Sûriyê dike.

Berpirsên rejîmê bêdeng in, tu planeke eşkere jî tune ye ji bo pêşîlêgirtina bandorên zagonê, ev bi navê Sezar (Qeyser) hate binavkirin ku navê kod ê efserekî rejîmê ye ku bi hezaran wêneyên îşkenceya di zindanên Sûriyê de bi dizî birin Amerîkayê.

Zagon roja 15’ê Mijdara 2016`an derket û Kanûna 2019 ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump ve hate îmzekirin, ez zagon dê aboriya Sûriyê bide ber cezayan, zagon dê li dijî hemû şîrket, pergal û kesayetên di hundir û derveyî Sûriyê de bê pêkanîn, her wiha li dijî hemû aliyên ku têkiliyên bazigranî, yan jî piştgiriya diravî û aborî bi rejîmê re kirine.

Rejîma Sûriyê ji sala 2012`an ve ketiye bin cezayên aborî ku ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê yên Ewropî ve hatine birîn, ev alî dixwazin bi rêya cezayan rejîmê têvedin ku siyasetê xwe biguherîne, lê rejîmê kêm be jî karî li van cezayan bizivire, bi tabet bi saya piştgiriya hevlbendên wî Rûsiya û Îran.

Lê niha rewşa hinekî cuda ye, Tahran bi xwe pêşberî aloziyeke aborî ye, ji ber cezayên Amerîka û nexweşiya Koronayê, her wiha rewşa Moskov jî na baştir e, ew niha dixwaze windahiyên xwe yên li Sûriyê vegerîne.

Şêwirmendê aborî Dr.Usama Qadî dibêje: "Bi rastî tu bijarte li pêşiya Sûriyê tune ne, ji bo ku biçe çareseriya Siyasî, da ku pêvjoya ji nû ve avakirinê destpê bike da ku aboriya Sûriyê veger, ji bo aboriya Sûriyê rabe ser lingan pêdivî bi 300 ta 500 milyar dolar heye.”

Qadî ji El-Eereb re got: "Zagona Sezar ne zagoneke ji rêzê ye, armanca wê ya sereke ew e ku El-Esad neçar bike ku çareseriyê li borî biryara 4522 bipejirîne, her wiha got ku Rûsiya jî ev yek fêm kir, lewma niha dixwaze destên xwe deyne ser Sûriyê, ne tenê ji hêla leşkerî ve, her wiha ji hêla siyasî û aborî ve.

Niha hemû awir ber bi Rûsyayê ve diçin, Rûsya dixwaze hemû kilîtên aboriya Sûriyê têxe destên xwe. Piştî ku Rûsyayê balyozê Rûriyê li Şamê Aleksander Yemeyov, weke şandêrê taybet yê Kremlînê erkdar kir, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hefteya derbasbûyî ferman da wezareta karên derve ku bi hikûmeta Sûriyê re têkeve diyalogê, da ku hin sazî û deverên deryayî yê Sûriyê radestî artêşa Rûsyayê bikin.”

EL-BEYAN: HEWL DIDIN PERGALEKE JI DERVEYÎ PARTIYAN LI PARLEMANA IRAQÊ AVA BIKIN

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsî: "Hin parlamenterên Iraqê hewl didin blokekê parlemanê ya ji derveyî partiyan ava bikin, ev blok dê piştgiriya serokwezîr Mistefa Kazimî bike, dê ne bloka siyasî, lê ya reformê be. Komek parlamenterên Iraqê ku endamên gelek partiyan in, hewl didin blokekê ava bikin ku piştgiriya planên serokwezîr bikin. Ev hewldan dide nîşan ku gelek parlamenter hene dixwazin guherînekê pêk bînin ku partiyan derbas bike.”

ŞERQ EL-EWSAT: TIRKIYÊ RÊYA ASMANÎ BER BI LÎBYAYÊ VE BI HÊZ DIKE

Der barê destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Malpereke Îtalyayê ya ku liva firîna balafirên leşkerî dişopîne, eşkere kir ku Tirkiyê pira xwe ya asmanî ber bi bajarên Terablus û Misrata yên Lîbyayê ve bi hêz kiriye, her wiha di demên dawiyê de gelek barên leşkerî veguhaztine Lîbyayê."

EL-EREB: SILTANÊ OSMANÎ LI TÛNISÊ VEDIJÎ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Ji ber ku wêne gelek caran ji peyvan biwatetir in, her wiha wêne beşeke girîng a propagandaya siyasî ne, serokê parlemana Tûnisê Raşid El-Ginoşî di dîmenekê de derket wekî "siltanan" tev digeriya, dema ku silavê dide xebatkarên parlemanê. Ev dîmen ji dema hilweşîna dewleta Osmaniyan ve cara yekemîn e derdikeve pêş.

Welatiyên Tûnisê piştî vê wêneyî, hin dîmenên rêzefîlmên Tirkan anîn bîra xwe, ew rêzefîlmên ku behsa serdema Osmaniyan dikin, çawa li qesrê xulam û cariye li çep û rast rêz dibin, dema ku siltan derbas dibe.”