Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hewl didin li dijî hêzên ewlekariyê berteka gel çêkin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê piştrast kir ku armanca kiryarên qetilkirinê ku li herêmê rû didin, nexasim qetilkirina zarokan ew e ku nakokiyên di navbera pêkhateyan de çêkin û gel li hemberî hêzên ewlekariyê sor bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hewl didin li dijî hêzên ewlekariyê berteka gel çêkin
29 gulan, 2020   10:32
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker kiryarên terorîstane pêk tînin, hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û hewldana derxistina nakokiyan di navbera gelên li ser esasê jiyana hevbeş dijîn, dikin.

Ji sûc û kiryarên herî dawîn aliyên dijber û şaneyên veşartî li dijî projeya Rêveberiya Xweser pêk anîn, qetilkirina zarokekî 6 salî yê ji bajarê Reqayê û bombeyek avêtin 4 zarokên ji navçeya Şedadê û di encamê de birîndar bûn.

Di vê derbarê de endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Hesekê Şivan Silêman axivî û got: "Armanca van şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Tirkiyê derxistina nakokiyan e, gel li dijî hêzên ewlekariyê rabin, ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, lewma li herêmê zarokên me qetil dikin."

Şivan Silêman diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo têkoşîna li dijî şaneyên veşartî li hemû deveran in û hejmareke çete hatine girtin. Şaneyên veşartî û çeteyên Tirkiyê li dijî gelên herêmê bi kiryarên sûcdar û hovane radibin.

Şivan Silêman bang li şêniyan kir ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re alîkar bin da ku ewlehiya herêmê mîsoger bibe û aştî mayînde bibe.

Piştî ku DAIŞ di baragehên dawîn ên gundê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê de têk çû, artêşa Tirk bi rêya çeteyan û şaneyên veşartî hewldana têkbirina ewlehiya herêmê dike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YtCnyBO-ixI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>