Şehîdên QSD‘ê Zagros û Hemdûnî hatin veşartin

Cenzayên şervanên QSD‘ê Zagros û Hemdûnî bi merasîman hatin veşartin.

Şehîdên QSD‘ê Zagros û Hemdûnî hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê Zagros û Hemdûnî hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê Zagros û Hemdûnî hatin veşartin
28 gulan, 2020   14:05
REQA

Şêniyên bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê Reqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Teysîr El-Xedban (Zagros) ê dema erka xwe pêk dianî di encama krîza dil de şehdî bû, li goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd  Zagros ji qada Şehîd Selama ya naverasta bajarokê Keramayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdat ê rojhilatê Reqayê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin.

Piştî torana leşkerî û deqeya rêzgirtin, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebû Casim El-Reqawî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El-Reqawî anî ziman ku bi saya keda şehîdan aramî li herêmê pêk hatiye.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El-Seyalî jî axivî û got, herêmê şehîd li pey şehîdekî dide ta serkeftin pêk were û tevahî xaka Sûriyê ji dewleta Tirk a dagirerk rizgar bibe.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Meha El-Elî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Zagors di nava diruşmeyan de hate veşartin.

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên herêma Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Hemdûnî Hemed El-Hemdûnî li goristana şehîd Xidir El-Hemada veşartin.

Şervanê QSD‘ê Hemdûnî Hemed El-Hemdûnî dema erka xwe ya leşkerî bicih dianî, di 18‘ê Gulanê de li gundewarê rojavayê Dêrazorê ji aliyê komên çete ve yên DAIŞ‘ê ve hate şehîdxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşar Şemsedîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê meclisa herêma Ebû Xeşeb Casim El-Tebaş sersaxî ji malbata şehîd re xwest û rola şehîdan a parastina destkeftiyan destnîşan kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RaPP0RqSZVg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>