Ji ber şewatê şêniyek mir û yek din jî bi giranî birîndar bû

Di encama şewata li zeviyên çandiniyê ya ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Zirganê derxistin de şêniyek mir û yek din jî birîndar bû.

Ji ber şewatê şêniyek mir û yek din jî bi giranî birîndar bû
28 gulan, 2020   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gule berdan zeviyên çandiniyê yên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê. Ji ber gulebaranê zeviyên çandiniyê yên şêniyan şewitîn.

Ji şêniyên ku hewl didan şewata di zeviyên xwe de vemirînin "Suxeyer El-Hecî û Neîm El-Setaf" ên ji gundê  Esediyê, bi giranî birîndar bûn.

Hêzên Hawarê birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Zirganê, Suxeyer El-Hecî ku rewşa wî giran bû, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha Nemîn rakirin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo, li gorî agahiyan rewşa wî giran e.

ANHA