Li Şedadê 4 zarok birîndar bûn

Li navçeya Şedadê ji ber bombeyeke destan 4 zarok birîndar bûn.

Li Şedadê 4 zarok birîndar bûn
Li Şedadê 4 zarok birîndar bûn
Li Şedadê 4 zarok birîndar bûn
Li Şedadê 4 zarok birîndar bûn
Li Şedadê 4 zarok birîndar bûn
Li Şedadê 4 zarok birîndar bûn
28 gulan, 2020   14:19
HESEKÊ-HENA IBRAHÎM-COZA IBRAHÎM

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, kesên ne diyar ku li motorsîkletekê siwar bûbûn, bombeyek destan avêtin nav 4 zarokan (3 xwişk û bira û yek pismam) . Di encama wê de her çar zarok birîndar bûn.

Piştî bûyerê her çar zarok yekser rakirin nexweşxaneyên Hesekê.

Zarokên birîndar; Nûr Xidir (5), Meter Xidir (3), Xidir Xidir (6) û Yasir El-Hemûd El-Xisir (15).

Têkildarî mijarê dayika sê zarokan Emîne Xidir ji ANHA`yê re axivî û got: Zarok li taxê dilîstin. Du kes li motorsîklêtê sîwar bûbûn bombe avêtin nava wan. Tu dijminên me di navçeyê de tune ye, ji ber ku niştecihên nû ne."

Li aliyek din bijîşkê nexweşxaneyê Hikme ya bajarê Hesekê Mihemed Fadil got: "Me 4 zarok ji navçeya Şedadê ku bi bermahiyên bombeya destan birîndar bûne, pêşwazî kirin. Rewşa Yasir El-Hemûd xeter e ji ber ku birîna wî di mejî de ye, her iwha parçeyek ketiye sînga wî. Niha ew di beşa kontrola awarte de ye û li ser amûrê bêhnvedanê ya çêkerî ye."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, yekser cihê bûyerê girtin û lêpirsên dan destpêkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U9GqflgQB2o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>