Mûsena Ebdulkerîm: Ji ber duristbûna proje û armacên partiyê endamên wê tên hedefgirtin

Mûsena Ebdulkerîm diyar kir ku hedefgirtina endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ji aliyê çeteyan ve, îsbata duristbûna proje û armacên partiyê ye ku temsîla nêrîn û xeyalên gelê Sûriyê dike û hemû beşên civakê digire nava xwe.

Mûsena Ebdulkerîm: Ji ber duristbûna proje û armacên partiyê endamên wê tên hedefgirtin
28 gulan, 2020   12:11
TEBQA

Êvara çarşemê serokê Komîteya Partiya Sûriya Pêşerojê ya li herêma rojahilatê gundewarên Dêrazorê Huzeyfa El-Ehmed ji aliyê kesên nenas ve rastî hewldana kuştinê hatibû. Li ser wê yekê rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî ne baş e.

Têkildarî armanca hewldanên kuştinê yên li dijî endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm ji ANHA’yê re axivî. Ebdulkerîm tekez kir ku hewldana kuştina Huzeyfa El-Ehmed dê li pêşiya têkoşîna Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên wê nebe asteng û wiha got: "Em ê soza me daye şehîdan, berdewam bikin."

Di çalakiya hedefgirtinê ya li bajarokê Şehîl de Huzeyfa El-Ehmed bi giranî birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Huzeyfa niha di odeya çavdêriyê de tê dermankirin.

Ebdulkerîm destnîşan kir ku hedefgirtina endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ji aliyê çeteyan ve wekî hewldana kuştina Huzeyfa El-Ehmed û beriya wî hedefgirtina Lîna Ebdulwehab û Hevrîn Xelef, îspata duristbûna proje û armancên partiyê ye ku nêrîn û xeyalên gelê Sûriyê temsîl dike û hemû beşên civakê digire nava xwe û dijminên gelên herêmê naxwazin ev tişt di rastiyê de pêk bê.

Mûsena Ebdulkerîm piştrast kir ku tevî hewldanên hêzên tarî yên astengkirina xebatên Partiya Sûriya Pêşerojê jî, dê partî pêkanîna armancên xwe berdewam bike.

Şaneyên razayî yên girêdayî DAIŞ`ê di 20`ê Mijdara 2019`an de endama Partiya Sûriya Pêşerojê Lîna Ebdulwehab li bajarokê Sor ê gundewarên Dêrazorê hedef girtibû. Çeteyên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê jî di 12`ê Cotmeha 2019`an de, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya navdewletî M4 qetil kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F5motrDpyhY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>