Li Colemêrgê li dijî hêzên dagirker çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 24'ê Gulanê hêzên wan li Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker daye.

Li Colemêrgê li dijî hêzên dagirker çalakiyên gerîla
28 gulan, 2020   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla û bombebarana artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG'ê ya têkildarî çalakiyan û êrişên dewleta Tirk wiha ye:

''Bi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronay hêzên me 24'ê Gulanê saet 12.00'an li ser rêya Colemergê û qada Derava Talê nîzamiyeyeke artêşa TC'ê a dagirker kirine hedefa xwe. Ji mesafeyeke nêz bi rengekî serkeftî derb li dijmin hatiye xistin, di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin, çend birîndar bûne, zelal nebûye.

Balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrişên hewayî anîne ser  Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

26`ê Gulanê saet 10.30'an balafirên şer derdora gunê Rûsê yê herêma Heftanînê bombe kir.

27`ê Gulanê saet 04.30'an balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê bombe kir.

Di van bombebaranan de tu ziyan nehate ser hêzên me. ''