Huzeyfa Ehmed xeterî derbas kir

Rewşa serokê KomîteyaPartiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Dêrazorê Huzeyfa Ehmed ê ku duh ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibû birîndarkirin baş e.

Huzeyfa Ehmed xeterî derbas kir
28 gulan, 2020   13:10
DÊRAZORÊ-ELÎ SALIH

Hejmarek çeteyên DAIŞ‘ê duh li herêma Şehîl a gundewarê rojhilatê Dêrazorê êrişî serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Huzeyfa ya herêma Dêrazorê  Huzefya Ehmed kir.

Ehmed dema ji karê xwe ji herêma Hecîn û Şiêtat ve vedigeriya ji aliyê komeke çeteyên DAIŞ‘ê ve ku li ser motorsêklêtekê bûn,  hatibû gulebarankirin.

Huzeyfa Ehmed ku di heman demê de endamê nivîsgeha darayî ya komîteya xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji ber gulebaranê di zik û gulîmekê xwe de birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneya Dêrazorê.

Doktorê ku Huzeyfa Ehmed derman dike ragihand ku Huzeyfa xeterî derbas kir.

(eh)

ANHA