Tevî hişyariya Amerîkayê jî, keştiya Îranê derbasî Venezuela bû

Tevî ku Amerîka der barê keştiyan de gefan li Îranê dixwe, lê dîsa jî Îranê keştiyên petrol barkirine derbasî Venezuela ya li hemberî DYA`yê kir.

Tevî hişyariya Amerîkayê jî, keştiya Îranê derbasî Venezuela bû
24 gulan, 2020   08:59
NAVENA NÛÇEYAN

Reutersê diyar kir ku tevî rayedarekî Amerîkayê ragihand ku Washingotinê difikire sehrîcên Îranê paş ve vegerîne, lê  duh yekemîn sehrîca petrolê ya Îranê derbasî herêma aboriyê Venezuela bû, ji ber Venezuela zehmetiya kêmbûna meya penzînê dikişîne. Dateyên "Icon refinitive" a ku tevgera keştiyan dişopîne bi bîr xist ku keştiya Îranê di saet 7.40`ê êvarê derbasî Venezuelayê bû. Lê beriya derbasî Venezuelayê bibe di bakurê  dewleta Trinidad û Tobago li Caribbean derbas bûye.

Cîgirê Serokê Venezuelayê yê Kar û Barê Aborî Tarq El-Îsa ku di demên dawîn de bûbû wezîrê sotemeniyê beriya demekê bi twittekê parve kiribû ku keştiyê Komara Îranê ya Îslamî niha li herêma wan a aboriyê ye.   Kanala fermî ya Venezuelayê dîmenên amadekariyên keştiyê û balafira deryayî ji pêşwaziya keştiyê re derxist.

)eh(