Di yekemîn roja cejênê de..li Misirê tevgera welatiyan bi temamî hatiye rawestandin

Di yekemîn rojên cejna Remezanê de, ji bo pêkanîna biryarên hikumetê yên girtina cihê bêhnvedanê, berav, park û cihên giştî û pêşîgirtina kombûnan da ku Koronavîrus belav nebe, hêzên polîsên Misirê li hemû kolan û qadan hatin belavkirin,

Di yekemîn roja cejênê de..li Misirê tevgera welatiyan bi temamî hatiye rawestandin
24 gulan, 2020   07:25
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Wezîrê ewqafan Dr. Mihemed Muxtar Cûma biryar da ku hemû mizgeftên ku nimêja înê lê pêk dihat bi rêya bafilên deng ên mizgeftê rê û resmên cejnê pêk bên. Li ser wê yekê mizgeftên li parêzgehên Misirê bi rêya bafilên deng rê û resmên cejna Remezanê pêk anîn.

Wezareta Ewqafê pêşî li kombûnên li mizgeft û qadan qedexe kir û biryara girtina hemû mizgeftan di rojên cejnê de da.

Wezaretê piştrast kir ku her kesê biryarên serokê meclisa wezîran anku perspektîfên Wezareta Ewqafê binpê bike, dê bê cezakirin. Her wiha tekez kir ku ev yek ji bo parastina welatiyan ji xeteriyên vegirtina Koronavîrusê ku di kombûnan de pêk tê, tê kirin û bingehê xwe  ji şerîeta Îslamê digire.

Ji îro yekemîn rojên ceja Remezanê ve û heta 5 rojan xetên veguhestina giştî û xetên otobîsên tabyet bi çeman, tên rawestandin. Ev yek li gorî biryara serokê mecisa wezîran a rawestandina erebeyên veguhestinê yên giştî di betlaniya cejnê de ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê û di çarçoveya tedbîrên parastina sivîlan de, pêk tê.

Hêjayî gotinê ye ku li Misirê 15 hezar û 786 nexweşên Koronavîursê hene û 707 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

(cx)