Bi tewana gendeliyê Netanyahu li pêşberî dadgehê ye

Roja Yekşema dê serokwezîr Benjamin Netanyahu ji ber tewanên cînayî yên ku di dema li ser peywira xwe de pêk anîne, li pêşberî dadgehê be.

Bi tewana gendeliyê Netanyahu li pêşberî dadgehê ye
24 gulan, 2020   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja yekşemê dê Benjamin Netanyahu (70) li pêşberî dadgeha navendî ya li kolana Selah El-Dîn a li Qudisa rojhilat be. Serokwezîrê Îsraîlê dê li pêşberî dozeke qanûnî ya nû be, ku dê hewl bide li derveyî girtîgehê bimîne.

Benjamin Netanyahu bi sextekirinê û îxanetê di doza "1000" de tê tewanbarkirin. Tê gotin ku li hemberî xizmetên madî yan şexsî, serokwezîr diyariyên pir giran bi buhayê 700 hezar şaqil (196 hezar dolar) ji dewlemendan standine.

Di sala 2009`an de polîsan serokwezîr Ehud Olmert bi gendeliyê û bertîlê tewanbar kiribû, li ser wê yekê hat dadgehkirin û 27 mehan cezayê girtinê lê hatibû birîn, lê belê piştî 16 mehan hat berdan. Piştî wê yekê Ehud Olmert ji peywirê istîfa kir.

Ehud Olmert jî wekî Netanyahu girêdayî partiya Likud a çepgir  e.

(cx)