Mayinên DAIŞ’ê xewna Fatmaya 12 salî jî asteng kir

Mayineke çeteyên DAIŞ’ê bi Fatmaya 12 salî ve teqiya û bû sedem ku her du lingên wê qut bibin. Fatma dixwaze bibe mamoste lê nikare here dibistanê. Fatma alîkarî ji rêxistinên navneteweyî xwest ku lingên çêkirî jê re çêkin da ku biçe dibistanê û bi zarokan re bilîze

Mayinên DAIŞ’ê xewna Fatmaya 12 salî jî asteng kir
7 gulan, 2020   07:16
DÊRAZOR-ELÎ EL-SALIH-XUFRAN EL-ABDULLAH

Dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gundewarên Dêrazorê ji DAIŞ`ê rizgar kirin, DAIŞ`ê bi zanabûn bi hezaran mayin çandin da ku sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve dernekevin. Mayinên DAIŞ`ê bûn sedema ku gelek şênî lebatên xwe winda bikin.

Kiryarên DAIŞ`ê bûn sedem ku bi sedan şênî jiyana xwe bi awayekî astengdar berdewam bikin.

/kr/uploads/files/2020/05/07/071713_4.webp

Fatme El-Ehmed 12 salî ye. Malbata wê ji 7 kesan pêk tê. Li herêma Çerxerêya Kargehan dimîne. Ev herêm wek nuqteya cudakirina her du gundewarên Dêrazorê yên rojava û rojhilatê tê hesibandin. Bi xwe ji gundê Hatla yê di bin kontrola hikumeta Sûriyê de koçber bûye. Beriya ji herêmê derkeve mayineke çeteyên DAIŞ`ê pê ve teqiya. Di encamê de her du lingên wê qut bûn.

Dayika Fatme Suad El-Ehmed behsa bûyerê dike û dibêje: "Di sala borî de Fatma tevî xizmên xwe pez dibir mêrgê. Li wir cismek biyanî dît. Lê nezanî çi ye. Dema nêz dibe û hewl dide bilivîne hema pê ve diteqe û lingên xwe winda dike. Piştî ku şêniyên herêmê dengê teqînê bihîstin, bi lez çûn cihê bûyerê û ew rakirina navenda  tenduristiyê ya Mihêmîdê. Lê ji ber derfetên kêm û rewşa wê ya krêtîk ew rakirin nexweşxaneya Hesekê."

Suad El-Ehmed bi rêya ANHA’yê bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku alîkariya keça wê bikin.

Astengdariya Fatmayê, bandor li xwendina wê jî kir. Niha ew nikare biçe dibistanê, ew jî dilê wê disoje. Fatma dibêje: "Ez dixwazim vegerim dibistanê. Ez dixwazim xewna xwe pêk bînim. Ez dixwazim bibim mamoste. Lê beriya wê ez dixwazim bimeşim û bi zarokan re bilîzim."

Fatme hêvî kir ku rêxistinên tenduristiyê alîkariya wê bikin da ku xewna xwe pêk bîne û lebatên çêkirî bi kar bîne da ku dîsa di nav kolanên xwe de bimeşe û mîna zarokan biçe dibistanê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a4mjqfWAr4M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>