​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 7 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê vekişîna hêzên Îranê ji Sûriyê de, her wiha der barê geşedanên li Yemen û Rûsyayê de nivîsîn.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 7 Gulan
7 gulan, 2020   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: FIŞARA ÎSRAÎLÊ ÎRANÊ NEÇAR DIKE KU HÊZÊN XWE JI SÛRIYÊ VEKIŞÎNE

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Zêdebûna êrişên asmanî yên Îsraîlê bandor li hebûna Îranê ya li Sûriyê kir, bi taybet ji ber krîza Îranê ya hundirîn, çi ji ber cezayên Amerîkayê, çi ji ber belavbûna vîrusa koronayê. Van her du bûyeran derfetên Îranê yên fînansekirina operasyonên xwe yên derve kêm kirin.

Çavkaniyên ji Wezareta Parastinê ya Îsraîlê diyar kir ku Îran ji dema ku ketiye nava şerê Sûriyê cara yekem dest pê kir û bi hezaran hêz û milîsên xwe vekişandin, her wiha gelek baregehên xwe yên leşkerî li gelek deverên vî welatî vala kirin.

Ji sala 2013`an ve Îran li kêleka hêzên Sûriyê li dijî komên opozîsyonê şer dike, ev destwerdana xwe jî bi kar anî û desthilata xwe li vî welatî zêde kir, xwest ku xwe wek hêzeke bibandor li ser siyaseta herêmê ferz bike.

Rojnameya The Jerusalem Post li ser zimanê çavkaniyeke Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku hebûna hêzên Îranê li Sûriyê bûye barekî giran li ser rejîma serok Beşar El-Esed bi xwe, ku ew niha buhayê giran ê vê hebûnê hest dike.

Çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku Îsraîlê gelek caran der barê metirsiyên hebûna Îranê û hewldanên wê ku li herêmê bibe desthilatdar, hişyarî dane. Her wiha diyar kir ku nayê qebûlkirin ku Îran lingê xwe li Sûriyê bi cih bike.

Piştî çend êrişên asmanî yên Îsraîlê li dijî hêzên Îranê û milîsên Iraqê li rojhilatê Firatê, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Naftali Bennett roja sêşemê diyar kir ku welatê wî dê operasyonên li Sûriyê dewam bike ta ku Îran ji wir derkeve.

Bennett di hevdîtineke bi televîzyona Kan 11 a Îsraîlê re got: "Tu karê Îranê li Sûriyê tune ye. Ta ku îranî ji Sûriyê dernekevin, em ranawestin." Bêyî ku eşkere ragihîne ku welatê wî ew êrişên roja duşemê li parêzgeha Dêrazorê û Helebê, pêk anîne. Her wiha got: “Îran ji sala 2011`an ve, di çarçova şerê ku li Sûriyê dibe, ketiye nava şerê li vî welatî û dixwaze li ser sînorê Îsraîlê cihê xwe bi hêz bike û bibe metirsî li dijî bajarên Tel Avîv, Quds û Heyfayê."

Wezîr her wiha got: "Îran bûye barek, ji ber îranî ji bo Sûriyê çavkaniya hêzê bûn, li dijî Esed şerê DAIŞ`ê kirin, lê niha bûne bar." û ji rejîma Îranê xwest ku giranî bide aloziya xwe ya hundirîn a ji ber belavbûna vîrusa koronayê.

Çavdêr dibêjin ku kuştina Qasim Suleymanî bandoreke mezin li ser moralê Tehranê û hêzên milîsên girêdayî wê kir ku ta niha jî kesekî bikare cihê wî bigire, tune ye.

Çavdêr dibêjin ku stratejiya Îsraîlê li dijî hebûna Îranê li Sûriyê û sûdgirtina ji rewşa Îranê êdî encamên xwe dide, her wiha tê gotin ku destê Rûsyayê jî heye di vê serkeftinê de.

Heman kes dibêjin ku êrişên asmanî yên Îsraîlê yên dawiyê li dijî rojhilatê Helebê ku di bin desthilata Rûsyayê de ye, tê wateya ku haya Rûsyayê jê heye ku Îsraîl dê êrişî beregehên Îranê bike.

Rûsya li Sûriyê li kêleka Îranê şer dike, lê ev nayê wê wateyê ku pêşbirka desthilatê di navbera her du aliyan de tune ye, jixwe ev tişt di salên dawiyê de eşkere bû. Çavdêr dibêjin ku êrişên Îsraîlê yên asmanî li dijî hêzên Îranê, dikeve berjewendiya Rûsyayê ku dixwaze ew bi tenê serdestî mijara Sûriyê be.

EL-BEYAN: HEWLDANÊN NAVDEWLETÎ JI BO AIGIRBESTA YEMENÊ

Der barê geşedanên li Yemenê de rojnameyê wiha nivîsî: "Pênc dewletên endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê, hewldanên xwe bi aliyên Yemenê re zêde kirin da ku lihevhatineke gitşî ya girbestê bê kirin, her wiha xebatên pêşîlêgirtina vîrusa koronayê bêne bihêzkirin.

ŞERQ EL-EWSAT: HEJMARA NEXWEŞÊN KORONAYÊ LI RÛSYAYÊ ZÊDE DIBE

Rojnameyê wiha nivîsî: "Hejmara nexweşên vîrusa koronayê li Sûriyê bi awayekî bi tirs zêde dibe, li vî welatî duh 10 hezar pêketin hatin tomarkirin ku ev çar roj e wiha ye.

Hejmara pêketiyên vîrusê gihiştiye 165 hezarî û hejmara miriyan jî gihîşte hezar û 537 kesan, di rojên dawiyê de Rûsya bûye cihê nû yê vîrusê, li Ewropayê ketiye asta pêncem piştî Spanya, Italya, Brîtanya û Fransay. Li ser asta cîhanê jî bûye ya şeşemîn, ji ber Amerîka di asta yekem de ye.

kn