Li rojhilatê Kobanê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê

Dewriyeya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk a dagirker li rojhilatê bajarê Kobanê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê dewriyeyek bi rê ve bir.

Li rojhilatê Kobanê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê
7 gulan, 2020   08:05
KOBANÊ

Dewriye ji gundê Xerîb ê nêzî sînorê rojhilatê bajarê Kobanê dest pê kir û dê ber bi gundê Xanê, Xerbîsan û Bexdik biçe û her dawî jî li gundê Xerîb bisekine.

Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk tê.

Dewriyeya Rûsya û Tirkiyê li ser esasê hevpeyama 22’yê Cotmeha 2019`an a li Soçiyê di navbera Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de hate îmzekirin, bi rê ve diçe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Mk2_Hy-bWG4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>