Şaredariya Gel soz da ku pirsgirêka kanalîzasyonê ya kolana El-Wehde çareser bike

Xwediyên dikan û şêniyên kolana El-Wehdê ya bajarê Qamişlo, ji ber girtina toreya kanalîzasyonê ya ku dibe sedema bêhna nexweş û av derbasî dikanan dibe, bi gilî ne. Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji bo çareserkirina pirsgirêkê nirxandinek fenî amade kir.

Şaredariya Gel soz da ku pirsgirêka kanalîzasyonê ya kolana El-Wehde çareser bike
Şaredariya Gel soz da ku pirsgirêka kanalîzasyonê ya kolana El-Wehde çareser bike
Şaredariya Gel soz da ku pirsgirêka kanalîzasyonê ya kolana El-Wehde çareser bike
7 gulan, 2020   05:59
QAMIŞLO-BOTAN HISÊN-LÊLAV MIHEMED

Xwediyên dikanan û şêniyên kolana El-Wehdê li navenda bajarê Qamişlo ji 4 mehan ve ji ber pirsgirêka girtina toreya kanalîzasyonê bi gilî û gazinc in. Ji ber ku hinek  boriyên toreyê şikîne av li kolanê kom dibe û bûye jêdera bêhna nexweş û şêniyan bêzar dikin.

Ebdulrehman Abdullah xwediyê dikanek di kolanê de ji ber vê pirsgirêkê bi gazinc e, ji ber ku av derbasî jêrzemîna dikana wî dibe û bêhna nexweş jê dertê. Abdullah got: “Ji 4 mehan ve pirsgirêk wisa ye. Me gelek caran li cem şaredariyê gilî kir lê çareserî demkî bûn. Ez bang li aliyên têkildar dikim ku vê pirsgirêkê ji bingehê ve çareser bikin.”

Ji ber ava di nav kolanê de kom bûye û derbasî nav jêrzemînên dikanan bûye, zirarên madî gihaştin wan ciha, her wiha li navenda bajêr dîmenek ne xweşik çêdike. Endamê rêveber ê beşa toreya kanalîzasyonê ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Wasil Esed destnîşan kir ku gelek gilî di vî warî de ji wan re hatine û got: "Me yekser hewl da pirsgirêkê çareser bikin. Me gemara ku di toreyê de  kişand. Lê piştî 10 rojan dîsa gilî hatin ku tore hatiye girtin. Lewra me cihê girtinê kola û boriyên şikestî guhert. Lê dîsa pirsgirêk çareser nebû û dîsa gilî hatin."

Esed diyar kir ku sedema ku pirsgirêk çareser nebûye ji ber ku toreyên avê, kehrebeyê, enternet û telefonê hene. Lewra nirxandin û tîmek pirspor pêwîst dike.

Beşa toreya kanalîzasyonê pirsgirêka kolana El-Wehda rakir Rêveberiya Şaredariya Gel. Şaredariyê jî bi koordîneya Gerînendeya Kehrebe, Av û  Pevgihandinê nirxandinek fenî amade kir. Tê payîn ku di rojên pêşiya me de pirsgirêk were çareserkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/maeiZi1y7xo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>