Kazimî weke Serokwezîrê Iraqê hate erêkirin

Parlamentoya Iraqê ji kabîneya Mistefa Kazimî 15 wezîr erêkir û 5 wezîr jî red kir. Dengdana li ser du wezîran jî hate paşxistin. Herwiha Kazimî weke Serokwezîrê Iraqê sonda yasayî xwar.

Kazimî weke Serokwezîrê Iraqê hate erêkirin
7 gulan, 2020   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Parlamantoya Iraqê kabîneya Mistefa Kazimî dengê baweriyê girt. Di destpêka civîna parlamentoya Iraqê ya şevê din de bernameya kabîneya Kazimî kete dengdanê.

Piştî xwendina navê namzetên wezîran, parlamenteran 15 wezîr erêkirin. 5 wezîr jî red kirin. Dengdana 2 wezîran jî hate paşxistin.

Namzetên ku nekarîn dengên pêwîst bi dest bixin, namzetê Wezareta Bazirganî, Wezareta Geşt û Guzaran, Wezerata Dadê, Wezareta Rewşenbîrî, Wezareta Ziraetê û Wezareta Koç û Koçberan bûn.

Namzetên Wezareta Neft û Wezareta Derve neketin dengdanê. Heta ku li ser lihevkirin wê di civînek din a parlamentoyê de herdu namzetên herdu wezaretan bikevin dengdanê.

Herwiha 7 parlamenterên Kurd ên li parlamentoya Iraqê ragihandîbûn ku wê deng bi kabîneya Kazimî nedin.

Zêdetirî 250 parlamenteran beşdarî civînê bibûn.