Li Til Temirê projeya sebzeyên zivistan û havînê

Piştî serkeftina projeyên hingaran ji bo hilberînên zivistanê, berpirsan biryar dan ku projeyê fireh bikin û sebzeyên havînê jî biçînin. Armanc ew e di vê pêvajoya ku bihayê hilberînan bilind bûye de, hilberînên herêmî pêş bixin.

Li Til Temirê projeya sebzeyên zivistan û havînê
Li Til Temirê projeya sebzeyên zivistan û havînê
Li Til Temirê projeya sebzeyên zivistan û havînê
Li Til Temirê projeya sebzeyên zivistan û havînê
Li Til Temirê projeya sebzeyên zivistan û havînê
7 gulan, 2020   06:29
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Bi alîkariya Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Desteya Aborî ya navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, pirsporên çandiniyê yên ji kantona Efrînê ya dagirkirî dest bi vekirina projeyên hingaran kirin. Proje li  gundê El-Hemre li bakurê Til Temirê li ser rêya Serêkaniyê hat danîn.

Ev proje armanc dike ku hilberîna herêmî pêş bixe û pêdiviyên sûkan ji sebzeyên pêwîst li gel buhabûnê peyda bike. Her wiha projeyê derfetên kar ji zêdetirî 15 karkeran re peyda dike.

Destpêkê 9 hingar wek tecrube hatin çandin. Proje biser ket û hilberîna wê baş bû, berpirsan di her sê hingaran de cureyek sebze çandin; bacanasor, xiyar û kundir.

Proje pêdiviya sûka navçeya Til Temirê peyda dike. Heta niha projeyê 6 ton bacanasor, xiyar û kundir şandin nav sûkan. Yanî her sê rojan tonek. Hilberandina di projeyê de wê heta dawiya meha Tebaxê bidome.

Ji bo ronahîberdana ser projeyê pisporek çandiniyê û berpirsê projeyê yê ji Efrînê Ismaîl Atono (47) ji ANHA’yê re axivî.

Atono diyar kir ku li Efrînê projeyên bi vî şeklî pêşdixistin û got: “Ew jî serkeftî bûn. Lê piştî ku koçber bûn û li herêma Cizîrê bi cih bûn, xwestin tecrubeyên xwe di vî warî de veguhezînin herêma Cizîrê.”

Proje derfetên kar û perwerdekirina karkeran li ser projeyê peyda kir.

Atono dibêje: “Ev proje derfetên kar ji kesên bi hewce û bê kar re peyda dike. Niha di projeyê de 12 jin û ciwan kar dikin. Ew karkeran li ser rêbazên danûstandina bi hingaran re û projeyên çandiniyê tên perwerdekirin. Da ku ew bi xwe bikaribin projeyên bi vî şeklî danin.”

PIŞTÎ SERKEFTINA PROJEYÊ, BERPIRSAN PROJE FIREH KIR

Piştî serkeftina projeyê di hilberandina hilberînên zivistanê de, berpirsên projeyê hewl didin projeyê fireh bikin û hilberînên havînê jî biçînin.

Atono bal kişand ser ku wan derdora 10 donim  bi sebzeyên havînê çandine û bi rêya rêbaza avdanê ya çipik-çipik (dilop) av dikin.

Atono wiha domand: "Me bacanareş, bacanasor, îros, fasûlî, bamî, sebeş û patêx çandin."

SÛDA PROJEYÊ LI SER ŞÊNIYAN Û SÛKÊN HERÊMÊ

Atono got: “Proje bi awayekî mezin alîkariya şêniyan dike. Ji ber ku ger sebze ji derveyî herêmê hatin, wê buha bin. Lê ger hilberîn herêmî be, bihayên sebzeyan qê li gorî şêniyan be. Proje pêdiviyên sûkên li Til Temirê peyda dike û hinek hilberîn jî dişînin sûkên Hesekê.”

Di dawiyê de Atono wiha got: “Em hêvî dikin ku cotkar û şênî projeyên havîn, zivistan û çandina sebzeyan pêk bînin da ku hilberîna herêmî pêş bixin û sebze ji derveyê herêmê neynin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JVvTA_pcYf0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>