​​​​​​​El-Ibêdî: Hêzên Wîfaq û çeteyên pê re ruxmî desteka Tirkiyê ya mezin bi binketin

Akademîsyen û siyasetmedarê lîbî Dr.Cibrîl El-Ibêdî got: “Hêzên Wîfaq û çeteyên Sûriyê li bargeha Uqbe Bin Nafi li bajarokê El-Watiye li başûrê Terablusê bi bin ketin. Ruxmî ku Tirkiye destekek mezin dide wan çeteyan.”

​​​​​​​El-Ibêdî: Hêzên Wîfaq û çeteyên pê re ruxmî desteka Tirkiyê ya mezin bi binketin
7 gulan, 2020   05:25
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Akademîsyen û siyasetmedarê lîbî Dr.Cibrîl El-Ibêdî  ji ANHA’yê re axivî.

El-Ebêdî  qala binkeftina çeteyên Tirkiyê yên ku çûne Lîbyayê kir û got: “Artêşa Lîbyayê derbeyek mezin li milîsên Erdogan xist. Di encamê de bi dehan çeteyên wî hatin kuştin, bi sedan jî birîndar bûn û gelek wesayît hatin rûxandin. Artêşa Lîbyayê diyar kir ku 40 milîs hatin kuştin û 170 milîsên din û çeteyên Sûriyê û Tirkiyê birîndar bûn.”

El-Ibêdî qala berxwedana artêşa Lîbyayê ya li hember destwerdana Tirkiyê di Lîbayayê de kir û got: “Piştî ku artêşê milîs û ajanên Erdogan ber bi beyarê ve kişandin û ew ji ber artêşê revîn, êdî ew şer veguheriye şerê mehandinê."

El-Ibêdî destnîşan kir ku di dirêjahiya dîrokê gelê Lîbyayê li hember planên Osmaniyên pêşiyên Erdogan li ber xwe dan û gorên wan li Lîbyayê şahidên binkeftina Osmaniyan e.

El-Ibêdî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê li beyarê yanî bargeha El-Watiye wek şerê mehandinê tê hesibandin. Tenê hêzên leşkerî tê de pirspor in. Berovajî wê milîs wê li du hev binkevin. Ev jî di êrişa dehan de ya binketî li dijî bargeha El-Watiye pêk hat."

Hêzên hikumeta El-Wîfaq bi desteka Tirkiyê  û çeteyên Sûriyê êrişî bargeha El-Watiye li başûr rojavayê Terablusê kirin. Ruxmî bangawaziyên navneteweyî ji bo rawestandina şer lê hikumeta Wîfaq ew bangawazî red kirin.

(şx)

ANHA