Mijarên rojnameyên erebî – 6 Nîsan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa nameyên Rûsyayê ji Beşar El-Esed re, aloziya avakirina hikumeta Iraqê û destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 6 Nîsan
6 gulan, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: NAMEYÊN RÛSYAYÊ YÊN NÛ JI EL-ESED RE

Rojnameyê di vê derbarê de wiha nivîsî: "Nameyên Rûsyayê yên ji Şamê re vegerîn asteke nû ku parastina serokê Sûriyê Beşar El-Esed barek e.

Raporê bal kişand ser "Meclisa Rûsyayê ya Kar û Barên Derve" ya nêzî Kremlinê û diyar kir ku hewldanên Rûsyayê der heqê guhartinên li Sûriyê de pir cidî ne, her wiha li ser texmînên nû yên lihevkirina Rûsya, Îran û Tirkiyê ya rakirina El-Esed û biryara agirbesta giştî li hember avakirina hikumeta demkî ku tê de aliyên ji rejîm, opozîsyon û hêzên demokratîk

Meclisa rûsî ku wezîrê derve yê berê Igor Ivanov bi rê ve dibe ku cihê wî di nava siyaseta Rûsyayê de pir mezin e û beriya çend rojan gotara balyozê rûsî yê berê bi tundî mezibûna gendelî  û çewtiyên rêveberiya Sûriyê, qutbûna wê ji rewşên siyasî û leşkerî rexne kir.

Di raporê de hate gotin ku ji destpêka aloziya leşkerî ya Rûsya li Sûriyê re, Moskovê nexwest wek parêzvanê El-Esed bixuye û bal kişand ser ku pêwîst e gelê Sûriyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike, lê belê Rûsya dît ku êdî guhartinên li Sûriyê pir cidî ne, ji ber ku parastina El-Esed bûye bar.

Li gorî raporê, gumanên Moskovê ya nekarîna El-Esed a rêvebirina welêt zêde bûne û Moskovê ber bi sînaryoya Afganistanê ve dikişîne.

Li aliyekî din jî ajansa TAS a hikumetê bi bîr xist ku Moskovê li ser gelek bijarteyan dixebite, yek jê sînaryoya ku dibîne hêzên biyanî yên li Sûriyê bi herêmên sewer kirine qebûl in, da ku Sûriyê li gorî herêma Tehran û Moskovê parçe bimîne, herêma opozîsyonê jî bi piştevaniya Enqereyê be û herêma Rojhilatê Firatê jî bi piştevaniya Washingtonê bimîne, lê sînaryoya din, divê tevahî hêz bikişin û welat piştî çareya siyasî ya li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi jimareya 2254 bibe yek , her wiha raporê diyar kir ku ev bijarte li gorî tevahî aliyan e.

Ev rapor bi rasthatina derketina dîmena Ramî Mexlûf kurê xalê El-Esed hat,  ji Ramî Mexlûf hat xwestin ku divê pereyên girêdayî şîrketa telefûnê bide, bi wê re jî karmendên şîrketa hatin girtin.

EL-EYN: SENARYOYÊN DENGDANÊ LI SER HIKUMETA KAZIMÎ... KURD PAROLA YE

Têkildarî Iraqê rojnameya El-Eyn wiha nivîsî: "Di dengdayîna Meclisa parlamentoya Iraqê ya îro li ser hikumeta serokwezîrê erkdarkirî Mistefa Kazimî de ku milîsên Heşid El-Şebî wî red dikin, Kurd roleke girîng di avakirina hikumetê de dilîzin."

Parlamenterê berê yê Iraqê Macid Sincarî got Kurd roleke girîng di derbaskirina hikumeta Kazimî ya parlamentoya Iraqê de dilîzin, tevî dengên redkirî yên ji Şîe û Sine.

Sincarî wiha domand: "Dê Kurd dengdanê diyar bikin, li gorî detayan dê Saîron û El-Nesir piştevaniya Kazimî bikin. Her wiha Teyar El-Hikme bê deng e, nîvê parlamenterên hevbendiya El-Fetih, blokên Sinî jî ku di navbera piştevanî û neraziyan de dabeş bûye."

ÎMARAT:LI IRAQÊ OPERASYONEKE EWLEKARIYÊ DEST PÊ KIR

Rojnameya Îmaratê îro ragihand ku duh fermandarê operasyonên Selahedîn li Iraqê dest bi operasyoneke ewlekariyê ku ji 4 nuqteyan pêk tê ku der barê lêkolîna bermahiyên rêxistina DAIŞ`ê de ye kir.

Fermandar duh bi daxuyaniyekê ji ajansa nûçeyan a Iraqê Waayê ragihand ku baragehên operasyonên Selaheldîn û lîwayên 45, 35, 42 û 6 ên Heşed El-Şabî maf da ku operasyoneke leşkerî ji 4 eniyan pêk were û bermahiyên DAIŞ`ê yên li navçeya Mikêşifiyê û herêmên hemberî rojavayê çemê Dîcle bikolin.

Çend roj berê DAIŞ`ê êrişî parêzgehên Selahaddîn, Enbar, Nînewa, Kerkûk û Diyalayê kiribû û di encama wê de bi dehan kes bûn qurbanî û birîndar bûn.

ŞERQ EL-EWSAT: DAVUTOGLU ERDOGAN TAWANBAR DIKE

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya Şerq El-Ewsat serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê  û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu tawanbar kir ku serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û partiya xwe AKP`ê hewl didin dewleta Tirk bikin"dewleta xizman" ji ber vê yekê propagandayan belav dikin û metirsiyê dixin nava gel her wiha desthilata hakim vediguherînin şîrketeke propogandayan.

Davutoglu ev yek red kir û wiha parve kir: "Êdî desthilata hakim ji gel ditirse. Ev jî dihêle welatê me bibe dewleta xizman û desthilat jî veguherîne şîrketa propogandayan û bi rastî jî ev dîmeneke trajedîk e, ji ber dewlet divê bi cidiyet were birêvebirin û ne ku bi hemleyên propagandeyan were birêvebirin."

Duh jî Davutoglu di hevdîtineke çapemaniyê de ragihandibû ku xîtabatên Erdogan û partiya wî tenê di çarçoveya guhartina ajandeyan de ne.”

(fr-eh)