Jinên Efrînê dest bi çêkirina mûnetê kir

Hê jî penêr xwarineke sereke ye ku jin bi destan çêdikin û depo dikin. Gelo çawa tê çêkirin?

Jinên Efrînê dest bi çêkirina mûnetê kir
Jinên Efrînê dest bi çêkirina mûnetê kir
Jinên Efrînê dest bi çêkirina mûnetê kir
Jinên Efrînê dest bi çêkirina mûnetê kir
Jinên Efrînê dest bi çêkirina mûnetê kir
6 gulan, 2020   08:45
ŞEHBA – SÎMAV XELÎL

Jinên Efrînê yên li kantona Şehbayê şêwazên kevn di çêkirina mûnetê de bikar tînin û şêwazên çêkirina bi destan hildibêjin da ku tama xwarinê biparêzin bêyî ku tu dermanan lê zêde bikin.

Çêkirina mûnetê ne tenê li ser endamên malbatê ye. Di gelek caran de jinên li gundan dijîn li hev kom dibin û bi hev re mûnetê amade dikin û paşê li hev belav dikin.

Di 15`ê Nîsanê de jinên Efrînê dest bi çêkirina mûnetkirina penêr dikin. Ew jî li gelek malan yek ji madeyên sereke di mûnetê de ye. Jinên ji Efrînê şîr ji sewalên xwe digrin ku ji Efrînê bi xwe re anîn û gelek jin jî li gorî miqdarê dixwazin şîr ji xwediyên sewalan dikirin.

Penêr bi destan tê çêkirin. Şîr tê parzûnkirin, tê kelandin da ku were dezenfektekirin paşê çend saetan dihêlin heta sar dibe û dermanê çêkirina penêr lê zêde dikin. Piştî wê bi rêya parçeyek caw ava zêde jê tê derxistin û rojek yan du rojan dimîne heta ku xwe baş digre û di dawiyê de tê parçekirin û xuê lê dikin da ku xira nebe.

Ewaş Hemada ji gundewarên kantona Şehbayê wiha wiha axivî: "Em tu alavan di çêkirina penêr de bikar naynin."

Ewaş diyar kir ku dema buhayên madeyan bilind û di rewşên koçberiyê de mûnet dike alîkariya mirov dike.

Bêrîvan Mihemed jî ji got di demsala havînê de ew mûneta demsala zivistanê amade dikin.

Jinên Efrînê her sal madeyan mûnet dikin da ku di demsala zivistanê de alîkariya wan bike.

(bx)

ANHA