Li Minbicê çinîna ceh û genim dest pê dike

Cotkarên bajarên Minbicê amadekariyên çinîna genim û ceh dikin û Saziya  Çandiniyê dê li gorî ruxsetên çandiniyê mazotê belav bike.

Li Minbicê çinîna ceh û genim dest pê dike
Li Minbicê çinîna ceh û genim dest pê dike
Li Minbicê çinîna ceh û genim dest pê dike
Li Minbicê çinîna ceh û genim dest pê dike
Li Minbicê çinîna ceh û genim dest pê dike
Li Minbicê çinîna ceh û genim dest pê dike
6 gulan, 2020   07:10
MINBIC-SELWA ABDULREHMAN

Li bajarê Minbicê piştî çend rojan mewsimê çinîna ceh û paşê genim dest pê dike, lewma cotkar hindik maye amadekariyên çinînê bi dawî bikin.

Saziya Çandiniyê ya Minbicê ji bo cotkaran gelek xizmet pêşkêş kirin û 210 ruxset dan. Her wiha dê mazot jî li patozan were belavkirin. Mazot dê li ser 3 beşan were belavkirin û her beşek dê 2 hezar û 500 lître be û her ji deh rojan carekê dê mazot were belavkirin û her lîtreyek dê  bi 75 lîreyên Sûriyê be.

Li gorî biryarnameya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê buhayê mewsima çandiniyê ya îsal, nirxê her hektarekê bêyî kaya ceh û genimê bejî 17 hezar û 500 lîre ye û tevî kayê jî 27 hezar û 500 lîre ye.

Cehê avî jî bêyî kayê bi 25 hezar  lîre ye û tevî kayê jî her hektarek bi 30 hezarî  ye. Genimê avî bêyî kayê bi 30 hezarî ye û tevî kayê jî her hektarek bi 35 hezarî ye.

Têkiladrî mijarê endamê Saziya Çandiyê ya Minbicê Mihmed Elî got îsal hilberîna ceh û genim baş e û dê di nava çend rojên pêş de çinîna mewsimê dest pê bike.

Mihmed Elî destnîşan kir ku her sal li Minbicê û gundên wê genim û ceh  têne çinîn û paşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne belavkirin, lê îsal rewş cuda ye, qedexeya çûn û hatinê di nava rêveberiyan de heye û hîn Rêveberiya Xweser têkildarî vê yekê biryarnamek dernexistiye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bEOwDKhhMV0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>