Artêşa Îsraîlê 3 baregehên Hemas topbaran kirin

Îro di saetên sibê de artêşa Îsraîlê 3 baregehên girêdayî tevgera Hemasê yên li Xezayê kirin hedef.

Artêşa Îsraîlê 3 baregehên Hemas topbaran kirin
6 gulan, 2020   06:58
XEZA

Nûçegihanê ANHA’yê ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro di saetên sibê de bi topan 3 baregehên girêdayî tevgera Hemasê kirin hedef.

Her wiha destnîşan kir ku baregehên hatin hedefgirtin li bajarokê Beyt Hanûn ê bakurê Xezayê û li gundê Cihur El-Dîk ên navenda Xezayê bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî tu agahî der barê ziyanên topbaranê nedane.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de wiha da zanîn:  "Topbaran bersivdayîna avêtina moşekan ber bi baregehên li El-Xulaf bû."

Şeva din artêşa Îsraîlê ragihand ku moşek ji Xezayê ber bi herêma li navenda yek ji bajarokên meclisa herêmî Îşkolê ya li nêzî Xezayê ket.

(bx)