Li Reqayê projeya ava vexwarinê bi dawî bû

Saziya Avê ya Keramê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê projeya danîna xeta avê li gundewarên rojhilatê Reqayê, bi dawî kir.

Li Reqayê projeya ava vexwarinê bi dawî bû
5 gulan, 2020   13:00
REQA

Saziya Avê bi hevkariya rêxistineke xizmetguzariyê li Reqayê dest bi danîna xeta ava vexwarinê kir. Proje avê dide 30 hezar kesan li 7 gundên rojhilatê Reqayê.

Beriya mehekê dest bi projeyê hatibû kirin. Werşeyên girêdayî saziya avê xeta avê bi dirêjahiya 3,5 km koland û xet guherand.

Ji beriya çend salan ve ava vexwarinê ji ber xirabûn û zerarên gihaştin wan û alavên stasyona Hemra Botiye hatin dizîn û ji ber wê jî şêniyan di peydakirina ava vexwarinê de zehmetî dikişand. Saziya Avê xwesteka şêniyan bi cih anî û qedexeya derketina derve ji xwe re derfet dît da ku xeta avê sererast bike.

Serokê Saziya Avê ya gundewarên rojhilatê Reqayê Besam El-Hezber der barê girîngiya projeyê de ev tişt got: "Beriya niha me lêkolîn der barê pêkanîna projeyên sererastkirina toreyên avê yên xirabûyî de li herêmê çêkir. Lê ji ber derfetên kêm me nikaribû pêk bianiya."

Besam El-Hezber wiha pê de çû: "Agahiyên saziya avê li ser pirsgirêka şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê ji ber kêmbûna ava vexwarinê li herêmê, hebû. Me pirsgirêk danî ber çavan û çareser kir da ku ava vexwarinê peyda bike."

Der barê lêçûna projeyê de Besam El-Hezber destnîşan kir ku bi hevkariya rêxistineke xizmetguzariyê li Reqayê û Meclisa Sivîl a Reqayê heta niha 300 milyon lîreyên Sûriyê li projeyê dane.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A6Dqlg357Qg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>