Agahiyên dawî derbarê Covid-19 li Îsraîl û Filistînê de

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir ku ji ber Koronavîrusê 237 kes mirine û 16 hezar û 261 kes jî nexweş ketine. Peymangeha biolojî ya Îsraîlê di daxuyaniya xwe de got wê dermanek li dijî Koronavîrusê pêş xistiye.

Agahiyên dawî derbarê Covid-19 li Îsraîl û Filistînê de
5 gulan, 2020   14:18
XEZA

Wezareta Tendturistiyê ya Îsraîlê ragihand ku hejmara kesên ji ber Koronavîrusê mirine gihaşt 237 kesan û 16 hezar û 261 kes pê nexweş ketine. Di nav de 90 nexweş rewşa wan xeter e.

Ragihandina Îsraîlê ragihand ku li gorî raporên tenduristiyê zêdetirî 10 hezar nexweşên Koronayê baş dibin.

Ji aliyekî din ve peymangeha Biolojî ya îsraîlê Ness Ziona ya ku çekên biolojî pêş dixîne, îdia kir ku ew dermanek li dijî Koronavîrusê pêş xistiye.

Rojnameya Yediot Ahronot îro ji çavkaniyên  hêzên ewlehiyê ragihand ku ev cara yekê li cîhanê di pêşxistina dermanek li dijî Koronavîrusê de bi serdikevin.

Li Filistînê jî Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 9 kesên din li parêzegeha El-Xelîl bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara giştî li Difa, Xeza û Qudsê gihaşt 532 kesan.

Ji aliyê xwe ve ajansa fermî ya Filistînê ragihand ku serok Mehmûd Ebas roja Sêşemê biryarek da û tê de rewşa awarte carek din li Filistînê ragihand. Rewşa awarte ji 5`ê Gulanê destpê dike û heya 30 rojan didome.

(şx)