Desteya Çandiniyê: Kesên di mewsima çandiniyê de tedbîran negirin dê bên cezakirin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê giştîname û biryarek der barê mewsima çandiniyê de weşand ku şewatan sînordar bike, garantiya tenduristiya cotkaran bike û her wiha bac ji kesên ku li gorî perspektîfan tev negerin re diyar kirin.

Desteya Çandiniyê: Kesên di mewsima çandiniyê de tedbîran negirin dê bên cezakirin
5 gulan, 2020   12:23
QAMIŞLO

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê biryara bi hejmara 2 weşand, tê de nirxa ku dê ji xwediyên patozan di mewsima 2019/2020’an de bigirin wek 50 hezar lîreyên Sûriyê hat diyarkirin.

Desteyê giştînameya bi hejmara 351’an weşand, naveroka wê perspektîfên tenduristiyê ne, her wiha divê xwediyên patoz û cotkaran der barê xetereyên şewatan de tedbîran bigirin.

Tedbîrên ku divê bên girtin, wiha ne:

1- Divê xwediyên patozan xizêneyeke avê ku 2000 litre av têkeve û xertûma wê ne kêmî 15 metreyan be, bi patozan ve be, heke ev pêk nehat dê baca bi nirxa 100 hezar lîre bidin.

2- Divê xwediyên patoz û traktoran alavên xwe bi agirkujeke 12 kg amade bikin, divê agirkuja şewatan be, heke li gorî vê tev negerin, dê baca 100 hezar lîre bidin.

3- Divê madeyên ku tên şewitandin û zê pê dikevin, dûrî zeviyên çandiniyê bin.

4- Divê tûrên berhemên çinîn, ka û sapên wan li zeviyên çandiniyê nemînin û veguhêzin cihên ewle.

Heke biryar hatin binpêkirin dê bacên darayî zêde bibin, patoz an jî traktor 3 rojan bên desteserkirin.

Di naveroka giştînameyê de hate gotin ku heke xwediyên patozan li gorî giştînameya bi hejmareya 376’an a 30.04.2020’an a girêdayî kirêyên patozan tev negerîn, dê ceza 100 hezar lîreyê Sûriyê be, heke binpêkirin dubare bû dê pere zêde bibe û patoz 3 rojan bê desteserkirin.

(fr)

ANHA