Şaredariya Til Hemîsê dest bi projeyên sala nû kir

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê dest bi yekemîn projeya xwe ya sala nû kir.

Şaredariya Til Hemîsê dest bi projeyên sala nû kir
5 gulan, 2020   11:58
QAMIŞLO

Şaredariyên gel ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Koronavîrusê di pêkanîna projeyên xizmetguzariyê de dereng man. Rêveberiya Xweser gelek tedbîr ji bo pêşgirtina belavbûna vîrusê girtin û ji wan ferzkirina qexeya derketina derve li herêmê û hemû derfetên xwe xistin xizmeta Şaneya Aloziyê.

/kr/uploads/files/2020/05/05/120001_110628_bldyh-tl-hmys-tshyd-qws-amam-mdkhl-alnahyh-alshmaly-28729.webp

Di destpêka meha Gulanê de hindek şaredariyên kantona Qamişloyê dest bi projeyên sala 2020`an kir, ji wan Şaredariya Gel a Til Hemîse. Şaredariyê dest bi avakirina kevanekî li deriyê veguhestina bajêr kir.

Di vê derbarê de hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê Abdulrehman El-Hadî got avakirina kevan bi 4 milyon û 900 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Kevana ku dê li deriyê veguhestina navçeyê were avakirin ji 3 stûnan pêk tê. Bilindbûna wê 6 metre ye û tê payîn ku di nava 15 rojan de bi dawî bibe.

(bx)

ANHA