Desteya Tenduristiyê: Nexweşên Koronavîrusê di bin çavdêriyê de ne û rewşa wan baş e

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) di bin çavdêriyê de ne û rewşa wan baş e û bi rêk û pêk testên tenduristiyê jê re tên çêkirin. Her wiha piştrast kir ku tedbîrên ku li dijî belavbûna vîrusê girtine, dewam dikin û 550 text li navendên karantînayê hatine amadekirin.

Desteya Tenduristiyê: Nexweşên Koronavîrusê di bin çavdêriyê de ne û rewşa wan baş e
5 gulan, 2020   12:18
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê der barê tedbîrên wan ên tenduristiyê û rewşa nexweşên Koronavîrusê de, li pêşiyê avahiya desteyê li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê Raperîn Hesen diyar kir ku desteyê heta niha 47 test bi cîhaza PCR û 2 hezar test bi cîhaza KIT ku Desteya Tenduristiyê û peymangeheke Siwêdê derxistiye, çêkirine û wiha  da zanîn: "Heta niha tenê 2 rewşên Koronavîrusê hatine belgekirin. Yek ji wan li nexweşxaneya nîştimanî ya bajarê Qamişlo ye, yê din jî di karantînayê de ye. Rewşa her duyan baş e, ew ber bi başbûnê ve diçin û pêwîstiya wan bi lênêrîna tenduristiyê heye. Her wiha test ji malbatên wan re jî hatin çêkirin û encam negatîf derketin."

HER DU NEXWEŞ BI RÊBAZÊN DERQANÛNÎ DERBASÎ HERÊMÊ BÛN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed jî di civîna çapemeniyê de destnîşan kir ku her du nexweş bi qaçaxî û rêbazên derqanûnî derbasî herêmê bûne. Menal Mihemed diyar kir ku hikumeta Sûriyê balafirgeha Qamişloyê li pêşiya rêwiyan negirt û wiha got: "Em nehevkariya hikumetê û veşartina rewşên nexweşiyê şermezar dikin."

Mihemed ji aliyên ku soza alîkarîdayînê daye, hêvî kir ku sozên xwe pêk bînin û wiha dewam kir: "Heta niha tenê hikumeta Herêma Kurdistanê alîkariya tenduristiyê pêşkêşî me kir. Divê civaka navneteweyî dergehên sînorî ku tê re alîkarî tên, veke."

Mihemed bi bîr xist ku li ser asta herêma Cizîrê cihên karantînayê û 550 text hatine amadekirin, li Qamişloyê 2 navendên karantînayê, li Hesekê 3 û nexweşxaneya vîrusa Covid-19 ku Heyva Sor a Kurd vekiriye, her wiha navendên ku bi oksîjen û alavên tenduristiyê yên pêwîst hatine amadekirin, hene.

Menal Mihemed eşkere kir ku karantîna li ser 12 malbatên li herêmên cuda yên herêma Cizîrê hatiye ferzkirin, li Qamişloyê jî di beşa yekemîn de Ii ser 86, di beşa duyemîn de li ser 30 kesî û di beşa sêyemîn de li ser 34 kesan karantîna hatiye ferzkirin û piştî 14 rojan ku başiya wan hatiye piştrastkirin, ji nexweşxaneyê hatine derxistin.

cx

ANHA