11 hezar çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê ne ku 261 ji wan hatine kuştin

Dewleta Tirk veguhastina çeteyên ji Sûriyê bo Lîbyayê dewam dike da ku li kêleka hikumeta Wîfaqê şer bikin. Heta niha 11 hezar çete li Lîbyayê ne ku 261 ji wan di şer de hatine kuştin.

11 hezar çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê ne ku 261 ji wan hatine kuştin
5 gulan, 2020   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hejmara çeteyên ku ji bo şer gihîştine Lîbyayê, heta niha 7 hezar û 850 e. Her wiha hejmara çeteyên ku ji bo perwerdeyê gihîştine baregehên Tirkiyê, gihîştiye 3 hezar çeteyî.

Di heman derbarê de, herî kêm 12 termên çeteyên ku vê dawiyê de li Lîbyayê hatine kuştin, gihîştin herêmên li gundewarên bakurê Helebê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne.

Hejmara çeteyên ji Sûriyê ku di operasyonên leşkerî de li Lîbyayê hatine kuştin 261 e. Li gorî SOHR`ê, çeteyên Tirkiyê di şerên li tixûbên taxa Selaheddîn a başûrê Terablusê, derdora Remla li nêzî balafirgeha Terablusê, derdora projeya El-Hedebê û pevçûnên li Misratayê û herêmên din ên Lîbyayê de, hatine kuştin.

(cx)

ANHA