Li Babê sivîlek hat kuştin

Li bajarê Babê yê dagirkirî mayînek li nêzî mizgefta Fatma El-Zehra teqiya û di encama wê de sivîlek hat kuştin.

Li Babê sivîlek hat kuştin
5 gulan, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji bajarê Babê ji ANHA`yê re diyar kir ku mayînek bi erebeyekê de li nêzî mizgefta Fatma El-Zehra teqiya.

Di encama teqînê de welatiyê bi navê Husên Merwan El-Şihabî hat kuştin.

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin teqîn pêk tên, tevlîhevî heye û di encama wê de sivîl têne kuştin.

(bx)