Dewleta Tirk amadekariya êrişên li ser Terhûnayê dike

Dewleta Tirk keştiyên şer ku bi hezeran çeteyên ji Sûriyê tê de bûn û sewqiyatên leşkerî ber bi beravên Lîbyayê ve şandin da ku dest bi êrişa leşkerî ya li ser bajarê Terhûnayê bike.

Dewleta Tirk amadekariya êrişên li ser Terhûnayê dike
5 gulan, 2020   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Erebiya Net ragihand ku keştiyên şer ku çeteyên ji Sûriyê li ser bûn, di hefteya derbasbûyî de li deryaya li beramberî beravên Lîbyayê sekinîn û paşê ji wê deverê bi rêya keştiyên masîvanan ber bi beravên Lîbyayê ve çûn.

Serbazekî artêşa Lîbyayê li ser zimanê masîgirekî ku çeteyên ji Sûriyê ber bi berava El-Qere Bollî ve biribûn, ragihand ku herî kêm 14 keştiyên masîgiran bi şev çete ber bi bejahiyê ve birin û her keştiyekî 4 caran çete li beramberî 500 dînarên Lîbyayê birin. Her wiha anî ziman ku tu çek bi çeteyan re tune bûn, cilên leşkerî li wan bûn û çenteyên biçûk bi wan re bûn. Komek ji çekdaran ew wergirtin û bi erebeyan birin.

Artêşa Lîbyayê diyar kir ku tevgera hêzên El-Wîfaq heye da ku êrişên leşkerî ên mezin li ser bajarê Terhûne (65 km rojhilatê Terablusê) di nava rojên pêş de pêk bînin. Êriş dê bi destekdayîna Tirkiyê ji leşker û alavên leşkerî pêk were. Li gorî hate şopandin ku li eniya El-Qere Bollî sewqiyatên leşkerî hene û komên çekdar li herêmên El-Nam, El-Deman El-Ictîmayî û nêzî mizgefta El-Nûr, hene.

bx