Gerîla TV dîmenê çalakiya ku têde 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Geverê weşand ku 3 leşkerên Tirk di encamê de hatibûn kuştin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya ku têde 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin weşand
5 gulan, 2020   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha bû:

"Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 23'yê Nîsanê saet 09.00'an li Geverê ya Colemêrgê, li dijî artêşa TC'ê a dagiker ku li Girê Şehîd Derman bi cih bûbûn çalakiyek kirine. Hêzên me ji aliyan ve li kozikên dijmin dane û bi ser kozikên wan de girtine. Hêzên me yên ku ketine kozikên dijmin 3 leşkerên dijmin kuştine û dest li ser çekeke otomatîk a BKC'yê, 1 MPT-76 a piyadê û Dragunov/Qenasê û dûrbîna wê danîne. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi saxî û silametî gihaye ser baregeha xwe."

https://gerilatv.com/uploads/videos/886a43afe_1080.mp4