Li Qamişlo 50 peyman bi dikandarên sebzeyan re hat girêdan

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi 50 dikandarên sûka sebzeyan a kevin re peyman girêdan. Peyman li ser 5 salan e û bi buhayên kêm e. Piştî biryara veguhestina sûkê bi sûkeke nû, ji ber nerêzî û tevlîheviya di nava dikanên sûka kevin de biryara veguhestinê hat girtin.

Li Qamişlo 50 peyman bi dikandarên sebzeyan re hat girêdan
5 gulan, 2020   05:45
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ-BOTAN HISÊN

Piştî derketina tevlîheviya di nava sûka kevin a Qamişlo de, her wiha ji ber teqînên ku di nava bajar de rû didin gelek nerêzbûn ji ber besteyên dikandaran re derket hole.

Şaredariya Gel a Qamişlo bi hevkariya Meclisa Qamişlo, komîta şaredariyan ya Kantona Qamişlo, Yekîtiya Cûreyan a herêma Cizîrê di sala 2019`an de ya borî dest bi civînan bi xwediyên dikanan re kirin.

CÛDAHIYA DI NAVBERA SÛKA NÛ Û YA KEVIN DE

Sûka kevin di navenda sûka Qamişlo û li ser rêya sereke bû, di sûka kevin de 22 dikan hebûn. Ji ber besteyên ku xwediyên dikanan datînin rexrêyan rê teng dibû. Xwediyên dikanan li ber dikanên xwe di navbera 30 hetanî 45 hezaran didan bi kirê.

Di sûka nû ya bi navê (Sûka Gel) de ku dikeve bakurê sûka kevin, 300 metre dûrî sûka kevin e. 125 dikan lê hene, her wiha rûbera sûkê 3500 metreye. Kirya her dikanekî di mehê de 10 hezar lîreyên Sûriyê ye.  

Hetanî niha 50 dikan ji sûka nû ya bi navê (Sûka Gel) tê naskirin, hatine radestkirin.

Di derbarê vê mijarê de hevseroka Şaredariya Qamişlo Zozan Ibrahîm sedemên guhertina sûkê da xuyanî kirin û got: "Ji ber ku çûn û hatina gel di sûkê de asteng dibû, bêhna bermahiyên sebzeyan derdiket nava sûkê. Ji ber vê yekê me nerînên xwe bi xwediyên dikanan re parve kir."

Zozan li ser astengiya ku xwediyên dikanan di derbarê guhertina sûkê de çêkirine wiha got: "Ji ber ku hin dikandaran dikanên xwe kiribûn depo ji sebzeyên xwe re, sebzeyên xwe didanîn ser rexrêya dikanên xwe. Zêdî wê jî besteyan jî bi kar tanîn û besteyên xwe didan bi kire. Ji ber vê yekê cûreyekî malîgirî ji milet re dihat çêkirin".

Zozan di derbarê mijara sûka nû de wiha got: “Me peymanbest li ser esasê 5 salan çêkir, me li ser vî esasî radestî xwediyê dikanan kir."

Her wiha wê Şaredariya Gel a Qamişlo bi armanca alîkariya gel dikanan hetanî du mehan bi berebin. Zozan û got: "Me sîfeta sîstemê guhert, xwediyê dikanan dikarin dikanê xwe li gor daxwaziya xwe dagirin. Me kanlîzasyona wê û ava wê jî hazir kiriye, pêşiya sûkê wek bexçeyek heye me kevirên şikestî danînin demê pêş de em daran lê biçînin, em li ser sûkê bi sajan bigirin ji ber ku baran li ser dikandaran re neyê"

Di derbarê dûrbûna sûka nû û ya kevin ku sûka nû dikeve hundirê kolanê de Zozan wiha got: "Demê pêş em ê bi Tirafîkê re bi rêxistin bikin ku em sîtemek nû deyînin. Veguhestina hundirîn di demê pêş de wê bê guhertin, her wiha li pêşiya sûkê rawestgeha Emîn heye"

Ji bo projeyên pêşerojê Zozan got: "Wê guhetin di sûka Goşt û ya Merkezî (navendî) de çêbibin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cHOjg1B8630" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>