Li Kobanê 600 patoz amade ne ku dest bi çinînê bikin

Li kantona Kobanê xwediyên 600 patozan amadekariyên xwe temam kirin, da ku dest bi çinînê bikin.

Li Kobanê 600 patoz amade ne ku dest bi çinînê bikin
5 gulan, 2020   06:00
KOBANÊ

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên pêşwazîkirina mewsima çinîna genim û ceh dikin.

Li Kobanê û gundewarê wê xwediyên patozan amadekariyên xwe yên ji bo çinîna ceh û genim bidawî kirin. Her wiha Gerînendeya Çandiniyê ya herêma Firatê bi rêya girtina rêze biryaran û amadekirina depoyan amadekariyên xwe didomîne. Rêveberiya Xweser bihaya kirîna genim bi 225 lîreyên Sûriyê diyar kir. Lê diyar nekir bê ka wê hilberîna ceh ji cotkaran werbigire yan na.

Di vê dawiyê de Gerînendeya Çandiniyê biyarek da ku li gorî wê rê dide patozên ku li cem Gerînendeya Çandinî ya kantonê hatine belgekirin ji kantonê derkevin. Piştî ku xwediyên patozan sozek nivîskî mohr bike ku dê di 20/5/2020`an de vegere kantonê.

Li gorî biryarê xwediyê patozê yê ku di wê demê de venegerin dê wek ceza 200 hezar lîreyên Sûriyê lê were birîn. Yên ku bê destûr derkevin jî dê 2 milyon lîreyên Sûriyê bidin.

Gerînendeyê heqdestên çinînê ji cotkar û xwediyên patozan re diyar kir. Gerînendeyê got heqdestên çinîna donimek ceh bi rêbaza bejî, bê ka hezar û 500 lîreyên Sûriyê bi rêjeya ji sedî 9 e. Tevî kayê hezar û 800 lîreyên Sûriyê ye, bi rêjeya ji sedî 10 e.

Cehê avî yê bê ka 2 hezar lîreyên Sûriyê bi rêjeya ji sedî 8 e. Tevî kayê bi rêjeya ji sedî 9 e.

Genimê bejî bê ka hezar û 500 lîreyên Sûriyê bi rêjeya ji sedî 6 e. Tevî kayê hezar û 800 lîreyên Sûriyê bi rêjeya ji sedî 8 e. Genimê avî bê ka 3 hezar lîreyên Sûriyê bi rêjeya ji sedî 5 e. Tevî kayê 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê bi rêjeya ji sedî 6 e.

Her wiha Gerînendeya Çandiniyê miqdara mazotê ya ku dê li ser xwediyên patozên ku li cem wê hatine belgekirin, diyar kir:

Patozên ji cureya TX mudêl 68 heya 62 wê di her carê de 5 hezar lître maozt e.

Patozên ji cureya TX mudêl ji 36 heya 32 di her carê de  4 hezar lître mazot e.

Patozên Klayzon di her carê de 3 hezar lître maozt e.

Patozên ji cureya Gunder û Alfort di her carê de 2 hezar lître mazot e.

Derasên ka dê hezar û 500 lître mazot bibe. Derasên bi diraktoran ve dê hezar lître maozt bibe.

Mazot dê ji 10`ê Gulanê ve were belavkirin.

Rûberên ku îsal bi genim û ceh hatine çandin û ruxseta Gerînendeya Çandiniyê ya kantona Kobanê  wergirtine gihaştin 805 hezar û 59 hiktaran.

Heta niha Gerînendeya Çandiniyê navên navendên ku dê hilberîna genim ji cotkaran werbigirin diyar nekirine.

(şx)

ANHA