Jinên Minbicê bi xebata kolektîf debara xwe dikin

Rêjeyeke mezin a jinên gundewarên bajarê Minbicê pişta xwe didin xebatên çandiniyê û debara malbata xwe dikin.

Jinên Minbicê bi xebata kolektîf debara xwe dikin
Jinên Minbicê bi xebata kolektîf debara xwe dikin
Jinên Minbicê bi xebata kolektîf debara xwe dikin
Jinên Minbicê bi xebata kolektîf debara xwe dikin
Jinên Minbicê bi xebata kolektîf debara xwe dikin
5 gulan, 2020   05:31
MINBIC-SELWA ABDUREHMAN

Jinên  gundewarên bajarê Minbicê, rolek giring di pêşxistina çandiniyê de dilîzin û debara xwe bi çandiniyê dikin.

Bi destpêkirina çinîna mewsima havînê ya sebzeyan de, jinên gundan dest bi xebata berhevkirina zebsezyan kirin. Hem zebzeyan diçinin hem jî giyayên bi zirar ji nava zeviyan radikin.

Li aliyekî din jî şitlên sebzeyên mîna firingî, bacan û îsotan diçînin.

Jin bi hev re saet di 06:00’an heta bi 11.00’an li nava zeviyan dixebitin, her saetekê destheqê xwe 200 lîreya sûrî distînin anku her 5 saetan hezarî distînin.

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 21’ê Nîsanê de derxistiye, weke pêngaveke pêşîlêgirtina berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê û ji bo hêsankirina tevgera cotkaran û karkeran, di nava zeviyekê de tenê 10 karker hene.

Karkera bi navê Safiya Ehmed li nava zeviya gundê Yatsê ku 5 km li rojhilatê Minbicê ye, kar dike. Şafiya dayika 4 zarokan e. Safiya wiha got: "Ez havîn û zivistanan di zeviyên çandiniyê de dixebitim. Em bi awayekî kolektîf li nava zeviyan dixebitin.

Karkera bi navê Hûriya Husên Beşîr (50) a dayika 8 zarokan e, wiha axivî: "Ez û malbata xwe ji bo rizqê xwe pişta xwe didin çandiniyê. Ji ber ku em li gundan rûniştine. Her wiha mirovê bê kar nirx û qîma xwe winda dike. Bi taybet xebata çandiniyê baş e û sûdê dide kesên ku tê de dixebitin."

Hûriya derbarê xebata xwe de wiha got: “Karê bapîr û dapîrên me ye. Ji bilî karê çandiniyê tu karekî din nizanim. Çavkaniya rizqê me ye.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nH7sdLN6QJE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>