Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin

Ruxmî sozên rêxistinan ji bo birêxistinkirina sergoyê li Kampa Holê, lê ew soz pêk nehatin. Berpirsê Buroya Xizmetguzarî yê kampê dibêje: “Rêxistinên xizmetguzarî sozên xwe neanîn cih. Ev çop bûye jêdera nexweşiyan û li ser jiyana şêniyan xeter e.”

Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin
Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin
Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin
Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin
Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin
Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin
Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin
Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin
Rêxistinên xizmetguzarî sergoya li herêma Holê paşguh dikin
5 gulan, 2020   05:25
HESEKÊ-COZA IBRAHÎM

Kampa Holê bi 40 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê. Zêdetirî 68 hezar koçber û penaberên Iraqê li kampê dimînin. Heman demê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê jî li Kampê dimînin.

Ruxmî ku Rêveberiya Kampê hewl dide niştecihên kampê ji nexweşî û pandemiya biparêze, lê kedên wê li gel paşguhkirina rêxistinan û miqdara çopa ku di kampê de kom dibe, têrê nakin.

Ev çop li ser hawîrdorê xeter e û li niştecihên kampê bandor dike. Her wiha dibe  sedema gelek nexweşiyan.

Komîteya Xizmetguzarî ya girêdayî Rêveberiya Kampê rojane ji kampê derdora 40 ton çop bi rêya 25 wesayîtan derdixîne. 

Beriya çend mehan di civînekê de Rêveberiya Kampê diyar kir ku rêxistinên xizmetguzarî berpirsên derxistina çopê û bi rêxistinkirina sergo ne. Lê heta niha ew rêxistin sozên xwe neanîn cih.

Ya ku rêjeya gemarbûnê zêde dike ew e ku şênî û diraktorên ku çopê vediguhêzînin serogyê, çopê davêjin aliyên rêya sergoyê.

Berpirsê buroya Xizmetguzarî yê Kampa Holê Şivan Ebdulkerîm ji ANHA’yê re axivî got: "Ji şeş mehan ve sergoya herêma Holê nehatiye paqijkirin. Rêxistinên xizmetguzarî karên xwe temam nekirin û alavên pêwîst neşandin ji bo ku sergoyê paqij bikin."

Ebdulkerîm destnîşan kir ku rêxistinên di nav kampê de bi hincetên cuda projeyê temam nakin û wiha domand: "Me gelek civîn bi rêxistinên xizmetguzarî re girêdayî çekirina çopê di sergoyê de çêkirin. Lê civîn bê encam bûn."

Ebdulkerîm destnîşan kir ku ji bo derxistina çopê 25 direktor hatine diyarkirin. Ew direktor rojane 40 ton çop ji kampê derdixînin. Ebdulkerîm wiha berdewam kir: “Sergo hate firehkirin, prosesa  veguhestina çopê û çekirina wê di sergoyê de hate şopandin. Rûbera sergoyê gihaşt hezar û 200 m2.”

Di dawiyê de Şivan Ebdulkerîm bang li rêxistinên xizmetguzarî kir ku li ser kar bin, mijara sergoyê bişopînin, sozên xwe bînin cih û got: "Ji ber ku sergo bi awayekî neyînî bandorê li herêmê û kampê dike."

(şx)

ANHA