Rewşenbîrên Ereb: Piştî Cemal Paşa, Erdogan xwînmijê duyemîn e

Rewşenbîrên Ereb gotin: “Împratoriya Osmanî bi darvekirina rewşenbîran hewl da ku fikrên wan ên berxwedana li dijî dagirkeriya Osmanî tune bike. Tirkiye bi rêya kuştin û binçavkirina bi sedan rojnameger û akadîmisyenan, kiryarên Osmaniyan dewam dike.”

Rewşenbîrên Ereb: Piştî Cemal Paşa, Erdogan xwînmijê duyemîn e
5 gulan, 2020   05:24
ŞEHBA- CEFER CEFO- XANDÎ ELO

6`ê Gulanê wekî cejna şehîdan hatiye pejrandin. Di sala 1916`an de, li Beyrûtê û Şamê bi fermana sultanê Osmanî Ehmed Cemal Paşa (xwînmij) gelek welatparêzên Ereb ku li dijî dagirkeran û ji bo bidestxixtina azadî û rûmetê têkoşiyan, hatin bidarvekirin.

Heta roja me ya îro jî, li Tirkiyê bi sedan dijber, rojnameger û akademîseyan di girtîgehan de ne û Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde mafên mirovan binpê dike, ye.

Li ser mijarê, rewşenbîr Elî Selame wiha got: "Wekî ku Osmaniyan li dijî sivêlên bê guneh komkujî pêk anîn, îro em dibînin Erdogan bi rêya çeteyên xwe komkujiyan pêk tîne. Ya herî dawî jî komkujiya Til Rifetê ku zarok bûn qurbaniyên wê."

Li ser armanca dewleta Osmanî ji bidarvekirina rewşenbîran, Selame wiha dibêje: "Bidarvekirina welatparêzên Ereb bi destê Cemal Paşa, ji bo tunekirina fikrên wan ên berxwedanê û rizgariya ji bindestiyê bû."

Selame li dijî xwînmijê duyemîn (Erdogan) ku hewl dide serdema Osmaniyan nûjen bike, banga hevgirtinê li hemû pêkhateyan kir.

Rewşenbîr Mihemed Weys diyar kir ku sîstema demokratîk tekane rêya aşîtiyê ye û wiha dewam kir: "Li ser vê axê gelek pêkhate û mezheb dijîn, da ku herêm di aramî de bimîne divê sîstemeke demokratîk hebe."

Weys bal kişand ser siyasetên Osmaniyan ên 400 salan û wiha got: "Dewleta Osmanî siyasetên tirkkirinê, zordariyê û dûrxistina rewşenbîr û welatparêzan meşand. Her wiha tevgerên ku  gel hişyar dikirin û siyaseten Osmaniyan eşkere diketin, ji holê radikir."

Weys di dewama axaftina xwe de got :"Welatparêzên Ereb ên hatine bidarvekirin, azadî û rizgarbûna ji dewleta Osmanî armanc dikirin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan siyasetên Osmaniyan dewam dike. Ji ber ku xwedî heman fikrî ye. Siyasetên dewleta Osmanî hîna ne mirine, ji ber ku AKP heman siyasetê dimeşîne, kuştin û komkijiyan pêk tîne. Di 6`ê Gulanê de welatparêzên Ereb hatin bidarvekirin. Di 6`ê Gulana saleke din de, dewleta Tirk hewl da ku Rêber Ocalan bidarve bike û dîsa 3 têkoşerên Tirk di heman dîrokê di saleka din de hatin kuştin. Ev bûyer ne tesadûf in. Siyaseta Tirkiyê li dijî hemû pêkhateyan e. Hikumeta AKP`ê dirûşmeya (yek reng, yek al û yek ziman) ji xwe bingeh digire.”

Mihemed Weys di dawiya axaftina xwe de behsa heêrmên Sûriyê yên Tirkiyê dagir kirine kir û wiha got: "Li wan herêman qirkirina çandî û dîrokî tê meşandin. Dewleta Tirk ziman û çanda resen qir dike û çanda xwe ferz dike. Lê belê heta avakirina mirovên xwedî ramanên azad, dê her tim berxwedan bidome."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JPFlbDCIPaQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>