Ciwanên PYD`ê li Qamişloyê 200 dar çandin

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava "Berxwedan Jiyan e" de ciwanên PYD`ê 200 dar li naverasta rêya giştî ya rojavayê bajarê Qamişlo çandin.

Ciwanên PYD`ê li Qamişloyê 200 dar çandin
4 gulan, 2020   10:56
QAMIŞLO

Ciwanên PYD`ê bi hevkariya Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca guhdana bi jîngehê 200 dar li naverasta rêya giştî ya nêzî têketina rojavayê bajarê Qamişlo çandin.

Meclisa Ciwanên PYD’ê 19`ê Çileya 2020`an dest bi hemleya "Berxwedan Jiyan e" kiribû û çandina van 200 daran jî di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleyê de pêk hatiye.

(eh)

ANHA