Li kampa Waşûkanî dûpişk û mar zêde bûne

Tevî ku kampa Waşûkanî du caran hatiye dermankirin, koçberên di kampê de ji ber zêdebûna dûpişk û maran gazingan dikin.

Li kampa Waşûkanî dûpişk û mar zêde bûne
Li kampa Waşûkanî dûpişk û mar zêde bûne
Li kampa Waşûkanî dûpişk û mar zêde bûne
Li kampa Waşûkanî dûpişk û mar zêde bûne
Li kampa Waşûkanî dûpişk û mar zêde bûne
Li kampa Waşûkanî dûpişk û mar zêde bûne
Li kampa Waşûkanî dûpişk û mar zêde bûne
4 gulan, 2020   11:00
HESEKÊ – COZA ÎBRAHÎM

Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi awayek hovane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, şêniyên herêmê bi ber hovîtiya wan koçberî herêmên bi ewle bûn. Yek ji kampên ku Rêveberiya Xweser ji koçberan re amede kir, kampa Waşûkanî ye. Kampa Waşûkanî bi 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê peydakirina hemû pêwîstiyên jiyanê ji koçberan re (11 hezar koçber) girtiye ser milê xwe. Heyva Sor a Kurdî jî erka lênerîna tenduristî girtiye ser milê xwe.

Tevî xizmetên têne pêşkêşkirin lê hê jî zehmetî hene, ji ber rêxistinên navnetewî yên karûbarên koçber û penaberan ji ber belavbûna Koronavîrus xwe paşde kişandine.

Herêm derbasî demsala Havînê dibe. Bi guherîna hewayê re li kampê dûpişk û mar zêde bûne. Ji ber herêma ku kamp lê hatiye avakirin herêmeke çandiniyê ye.

Koçberên di kampê de ji ber dûpişk û maran gazincan dikin.

Mihemed El-Ezawî yek ji koçberên ji Serêkaniyê ye, wiha got: "Bi hatina demsala Havînê re di hundirê beşê me de dûpişk û mar çêbûn. Av li gel me tine ye, her wiha kenalîzasyon jî ne basin û ev  lawir ji xwe re têde diçin û tên."

El-Ezawî destnîşan kir ku rêveberiya kampê du caran derman reşand lê tu encamê wê tine bûn û dûpişk derbasî konê me dibin.

Erna El-Debro ji gundewarên navçeya Til Temirê ye wiha axivî: "Em ji hebûna dûpişakan gelek bitirsin. Ji ber dikevin alavên me yên xwarinê û ji ber wê jî rewşên jehriyê çêdibin."

Erna El-Derbo bang li aliyên pêwendîdar kir ku pêwîstiyan peyda bikin da ku xwe ji dûpik û maran biparêzin.

Koçberê bi navê Elî Mihêmîd  ê ji gundê Ebû Rasên ê bajarê Serêkaniyê ye got: “Ji ber beriya kon werin dayîn erda kampê baş nehatiye rastkirin û ji ber wê jî dûpişk û mar ji golan derdikevin. Herêm di nava dorpêçê de ye, Koronavîrus belav dibe. Heger kanalîzasyon neyên avakirin û av neyê peydakirin dê nexweşî belav bibin.”

Girêdayî mijarê hevseroka kampa Waşûkanî Stêra Reşik ji ANHA`yê re wiha anî ziman: "Piştî belavbûna Koronavîrusê, ji bo li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav nebe û bi taybet di kampan de, em neçar man koçberên di konên pêşwazîkirinê de derxînin û bi lez ji wan re kampekê ava bikin. Ji ber wê jî kon bêserûber hatin danîn."

Stêra Reşik diyar kir ku ne rastbûna erdê sedema sereke ya hebûna dûpişk û maran e, tevî ku du caran derman li kampê hatiye reşandin.

Stêra Reşik anî ziman ku di destpêka meha Gulanê de dê dest bi rastkirina erda kampê bikin.

(bx)

ANHA