​​​​​​​Li Qatarê dengê teqîn û guleyan û behsa derbeyeke leşkerî tê kirin

Çalakvanên tevna civakî nûçeyên têkildarî bihîstina dengê teqîn û guleyan li herêmên cuda yên Qatarê û paytext Dewhayê, parve kirin. Tê texmînkirin ku li welêt derbeyeke leşkerî pêk hatibe.

​​​​​​​Li Qatarê dengê teqîn û guleyan û behsa derbeyeke leşkerî tê kirin
4 gulan, 2020   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çalakvanan, li herêma Wekrê dengê teqînan hatiye bihîstin. Li Dewhayê jî, îro sere sibê dengê guleyan hate bihîstin û li ser tevnên civakî jî dîmen hatin parvekirin.

Çalakvanên çavdêr diyar dikin ku dibe derbeyeke leşkerî bi serkêşiya serokwezîr û wezîrê derve yê berê Hemed Bin Casim pêk hatibe.

Rojnamevanê Qatarî Rakan El-Hacirî wiha got: "Piştî ku mîr Temîn fermana lêpirsîna bi şîrketa Hemed Bin Casim re da, şêx Hemed ji Wekrayê dest bi hewldana derbeyê kir."

Şîrovekarê siyasî yê Sûdiyê Xalid Zeter jî bi twittekê wiha got: "Ji ber ku destûr ji leşkerên Tirkiyê re hat dayîn ku li kolanên Qatarê tevî çekan bigerin, gel bi tirs û fikar e."

cx