Li Qamişlo projeya; cihê çopê bikin daristan

Li ser giliyên şêniyan Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê hewl dide cihê çopê yê li gundê Navkurê yê Qamişlo veguherîne daristanekî.

Li Qamişlo projeya; cihê çopê bikin daristan
Li Qamişlo projeya; cihê çopê bikin daristan
Li Qamişlo projeya; cihê çopê bikin daristan
Li Qamişlo projeya; cihê çopê bikin daristan
3 gulan, 2020   08:25
QAMIŞLO-SLAVA EBDULREHMAN-YARA MIHEMED

Gundê Navkurê bi 5 km dikeve bakur rojhilatê bajarê Qamişlo. Sergoya giştî ya bajarê  Qamişlo û gundên girêdayî wê tê avêtina gundê Navkurê. Sergo ji beriya destpêkirina şoreşa Sûriyê jî dihat avêtina gund. Rojane derdora 20 ton çop tê avêtina wê. Di destpêkê de hejmara niştecihên gund kêm bûn. Lê piştî warê avahîsazî li herêmê û bicihbûna şêniyan ji herêmên din ji Sûriyê di bajêr de niha bi dehan malbat di gund de dimînin.

Mehên havînê agir bi çopê dikeve û dukela çopê li ser gund û Qamişlo belav dibe. Şêniyên gund ji ber bêhna genî ya sergoyê bi gilî û gazinc in. Tevî dûmana reş li ser bajarê Qamişlo şênî ditirsin ku ji ber çopê nexweş bikevin. Bi taybet piştî belavbûna Koronavîrusê li tevahiya dewletên cîhanê.

Li ser giliyên şêniyan Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê hewl da sergoyê tijî bike û kargehek ji nû ve bikaranîna çopê li başûrê Qamişlo dûrî bajêr û bîran di erdek bûr de ava bike.

NIRXANDINEK JI BO GIRTINA SERGOYÊ DI 2020`AN DE

Endama rêveber a Gerînendeya Hawîrdorê ya herêma Cizîrê Kewser El-Nasir ji ANHA’yê re axivî û qala projeyê kir. Kewser got: "Di salên borî de şêniyan gelek caran gilî kirin. Nerazîbûnên xwe ji ber hebûna sergoyê li nêzî bajêr rave kirin. Ji ber wê Gerînendeya Hawîrdorê  lêkolînekê ji bo girtina sergoyê di 2020`an de amade dike."

Kewser diyar kir ku proje wê di sala 2019`an de pêk hatiba, lê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker, ji ber belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û girtina Rêveberiya Xweser tedbîrên hişyariyê li dijî derketina vîrusê li herêmê rawestî.

Kewser destnîşan kir ku, piştî erêkirina Desteya Çandiniyê ew derfeta veguhestina sergo ji cihek nû re dinirxînin. Her wiha dê kargehek ji bo jinûve bikaranîna çopê li kantona Qamişlo ava bikin. Dibe ku ev kargeh xizmeta kantona Hesekê jî bike. Tê payîn proje di dawiya 2020`an de destpê bike.

Kewser îşaretpê kir ku eger xebatên tijîkirina sergoyê temam bûn, wê ax li zemîna sergoyê raxînin û wê veguherînin daristanek çêkerî.

Girêdayî veguhestina çopê ji hundirê bajêr ber bi başûrê bajarê Qamişlo ve yanî cihê sergo yê nû, Kewser got: "Veguhestin wê bi rêya stasyonên komkirinê û danîn nuqteyan li her navçeyekê çêbibe. Piştre kamyona mezin a komkirina çopê wê çopê bibe cihê sergo yê sereke."

Têkildarî çawaniya tijîkirina cihê sergoyê û mekanîzmeya kar berpirsê vê projeyê Ednan Bekir got: “Ev derdora 7 mehane ku prosesa tijîkirina sergoyê ji aliyê du warşeyan ve destpê kiriye.”

Têkildarî wesayîtên ku di projeyê de têne bikaranîn Bekir got: “12 amûr sergoyê tijî dikin. Sê cihên tijîkirina sergoyê hatine avakirin. Cewên ji naylon li ser wan tên raxistin û piştre bi ax tên tijîkirin. Da ku di pêşerojê de bandor li bîrên nêzî sergoyê nekin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z0Y0umazqfc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>