​​​​​​​Li Idlibê topbaran berdewam e

Li Idliba Sûriyê qaşo "agirbest" di roja xwe ya 58`an de ye, hê jî topbaran berdewam e û gundewarên Idlibê tên hedefgirtin.

​​​​​​​Li Idlibê topbaran berdewam e
3 gulan, 2020   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê(SOHR) diyar kir ku duh di saetên derengiya şevê de hêzên hikumetê bi moşekan deverên  Fetîra, Filêfil, Kensefra û Sifohin ên li başûrê gundewarên Idlibê kirin armanc.

SOHR`ê parve kir ku komên çeteyan bi moşekan êrişî nuqteyên Fetîra yên li Cebel El-Zawiyê kir û panzêreke hêzên hikumetê rûxand.

5’ê Adara derbasbûyî der barê rewşa Idlibê de qaşo agirbestek hate ragihand.

SOHR’ê daxuyand ku duh bi şev hêzên hikumetê bi çekên giran bajarokê Kensefra, gundên Fetîra, Filêfil ên Cebel El- Zawiyê yên gundewarên Idlibê kirin armanc. Lê tu agahiyên der barê windahiyan de bi dest neketin.

(eh)