Misir: 18 terorîst hatin kuştin

Wezareta Hundirîn a Misirê ragihand ku li bajarê Bîr El-Ebid ê bakurê Sînayê 18 terorîst hatin kuştin.

Misir: 18 terorîst hatin kuştin
3 gulan, 2020   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundirîn a Misirê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Bîr El-Ebid ê parêzgeha bakurê Sînayê şer  di navbera terorîst û hêzên ewlehiyê de derket û di encama wê de 18 terorîst hatin kuştin. Ev yek piştî ku li heman herêmê êriş li dijî leşkerên artêşa Misirê hat kirin pêk hat û di encama wê de 10 leşkerî hatin kuştin. Çeteyên DAIŞ`ê ew êriş girtin ser xwe.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên ewlehiya niştîmanî agahî girt ku komeke terorîstan di malekê li derdora bajarê Bîr El-Ebid ê bakurê Sînayê xwe veşartine û ji wê deverê dê dest bi çalakiyên xwe bikin."

Her wiha hat destnîşankirin ku herêma ku terorîstan xwe têde veşartibûn hate hedefgirtin û şer çêbû û di encama wê de 18 terorîst hatin kuştin.

Her wiha 13 çek, 3 bombeyên teqemenî û du kemerên teqemenî bi wan re hatin dîtin.

Berdevkê Artêşa Misirê Tamir El-Rifayî roja Pênşemê ragihand ku bombeyek bi yek ji erebeyên leşkerî li başûrê bajarê Bîr El-Ebid ve teqiya û di encama wê de serbazek û 9 leşker şehîd bûn.

Di vê der barê de artêşa Misirê roja Înê ragihand ku du kesên xeternak li bakur Sîna hatin kuştin.

(bx)