ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2020
3 gulan, 2020   04:00

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Komek welatiyên Kurd derbarê yekitiya netewî de daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo ji raya giştî re parve dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hediya Yûsif teqîna li Efrînê bi "terorî û dijî mirovî" bi nav kir, dewleta Tirk bi amadekirina teqînê tewanbar kir û armancên wan şîrove kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev ne cara yekemîn e ku birêz Abdullah Ocalan banga yekîtiya Kurd dike. Hertim hevbeşiyên ku dê Kurdan bike yek bi bîr dixe û banga têkoşîna hevpar dike. Tiştên hevbeş pir in lê rageşî yek e. Ocalan ê ku bi birayê xwe Mehemet re bi telefonê axivî bal kişandibû ser vê yekê û bang kir ku pêwîst e peymana sala 1982‘an a li gel nemir Idrîs Barzanî re îmze kirbû were pêkanîn. (BI WÊNE).

- Şêniyeke ji Serêkaniyê diyar kir ku, çeteyên dewleta Tirk a dagirker alên QSD’ê rakirin û cilên wan li xwe kiribûn. Dema şênî nêzî wan bûn, çeteyan şênî gulebaran kirin. Ji ber ku şêniyan rastiya hovîtiya wan dizanîn, tirsiyan û reviyan. Şêniya ji Serêkaniyê hûrguliyên derbasbûna çeteyan a gund vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê ku ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdeyî 8 mehan ji gundê xwe dûr ketibûn, êdî vedigerin gundê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmên Efrîn û Şehbayê û di navde teqîna dawîn a li Efrînê şermezar kirin û gotin: “Ev kiryar berdewamiya rêgeza Osmaniyan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî çavdêran hilperîna ku hefteya borî di  navbera Tirkiyê û çeteyên wê de derketî Tirkiyê tengav dike. Tirkiye hewldide ji bo Rûsyayê razî bike. Li Lubnanê ji ber krîza aborî xwepêşandan careke din destpê kirin. Li aliyekî din jî Xelîfe Haftar piştî ku lihevkirina Sixêrat îbtal kir xwe ji bo rêvebirina welat re amade dike, ev yek planên Enqerê tevlihev dike. (BI WÊNE).

Rojnamgerî ji cewherê xwe yê rasteqîn derket û bû alavek di destê hêzên desthilatdar  de da ku bi rêya wê îdeolojiya kapîtalîzmê pêş bixin. Ji bo ku rojnamevanî li gel pêşketinên teknelojî li cewherê xwe vegere divê ragihandina alternative hebe. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Serokê Rêxistina Ciwanan a Cezayirê Emanî Osama helwesta Erebî û navneteweyî ya  ji bo rewşa Sûriya û Lîbyayê rexne kir.  Her wiha diyar kir ku ji ber destwerdana Tirkiyê di her du dewletan de dibe ku karesatek mirovî bê jiyîn, netewa Ereb û civaka navnetewî yên ku li hember Tirkiyê bêdengin berpirsên wê karesatê ne. (BI WÊNE).

JIN

- Axîn, li rexma temenê xwe yê biçûk hewl dide rewş û fedekariyên gelê Kurd bi şanoyê rave bike. Bi rêya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger derfetek dît ku xewnên xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Rêveberiya Giştî ya Ekolojyayê bi armanca piştgiriya karkeran di rojan wan de pêngava paqijkirina parkên giştî organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li ser giliyên şêniyan Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê hewl dide cihê çopê yê li gundê Navkurê yê Qamişlo veguherîne daristanekî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA