​​​​​​​Di 24 saetên dawî de li Başûrê Kurdistanê 6, li Iraqê 66 kes bi virûsê ketin

Hate ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Başûrê Kurdisanê jî 6 kes û li Iraqê 66 kes bi Koronavîrusê ketine.

​​​​​​​Di 24 saetên dawî de li Başûrê Kurdistanê 6, li Iraqê 66 kes bi virûsê ketin
2 gulan, 2020   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî daneyên dawî yên Koronavîrusê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di 24 saetên dawî de  ji 1082 kesan re test hatine çêkirin. Di encamê de testa 6 kesan pozîtîv derket.

Li gorî daxuyaniyê her şeş kesên bi virûsê ketine xelkê navçeya Soran in û ji wana yek jê jine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin heya niha li Herêma Kurdistanê 387 kes bi virusê ketine,330 kes baş bûne û 5 kes jî mirine.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê jî têkildarê daneyên dawî yên virusê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di 24 saetan de ji 2 hezar û 854 kesî re testên vîrûsê hatine çêkirin. Di encamê de derket holê ku 66 kes bi  Koronayê  ketine.

Her wiha hate gotin kesek li Bexda ji ber virûsê mir û 59 kes jî baş bûne.

Li gorî daxuyaniyê bi giştî 2 hezar 219 kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar 473 kes baş bûne û 95 kes jî mirine