​​​​​​​Bi al û cilên QSD’ê şênî xapandin

Şêniyeke ji Serêkaniyê diyar kir ku, çeteyên dewleta Tirk a dagirker alên QSD’ê rakirin û cilên wan li xwe kiribûn. Dema şênî nêzî wan bûn, çeteyan şênî gulebaran kirin. Ji ber ku şêniyan rastiya hovîtiya wan dizanîn, tirsiyan û reviyan. Şêniya ji Serêkaniyê hûrguliyên derbasbûna çeteyan a gund vegot.

​​​​​​​Bi al û cilên QSD’ê şênî xapandin
3 gulan, 2020   05:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniya bi navê Cîhan Ehmed Seyid Elî ji gundên Amiriyê yê girêdayî herêma Serêkaniyê ye. Cîhan jî weke bi sedhezaran şêniyên herêmê ji ber zilm û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê xwe koçber bûye. Cîhanê diyar kir ku dema herêm di bin kontrola QSD’ê de bû ewlehî û aramî hebû û ev aramî bi dagirkeriya Tirkiyê re nema.

Cîhanê bûyerên di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê yên di 9’ê Cotmeha 2019’an de wiha vegot: "Em li mala xwe rûniştîbûn, me dengê bombebaranê bihîst. Deng û bombebaran ji gundên derdorê me dihatin, ew tişt jî bi tirs bû. Ji ber em ji derbasbûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên me re ditirsîn. Ji nişkan ve hin şêniyan got ku şervanên QSD’ê gihîştin gund, di wê demê de em bi ewlehiyê hesîn û me şukra xwe ji xwedê kir ku şervan beriya ku çete bigihîjin gund gihaştin me. Me erebeyên leşkerî yên ku ber bi gund ve dihatin û alên QSD’ê li ser dişopandin. Ji ber di erebeyan de cil û alên QSD’ê xuya bû şênî bi ewlehiyên hesiyabûn. Hin şênî derketin da ku pêşwaziya wan bikin û lêpirsîna rewşa eniyên şer bikin. Lê belê bi hatina wan a gund re, xof û tirs kete dilê me. Rû, rih û mîmikên wan ne vehesiyayî bûn û berovajî yên QSD’ê ku bi ewlehiyê dihesandin bûn."

Cîhanê diyar kir ku bi derbasbûna wan erebeyan re ku bi awayekî serdegirtina gund bû, her wiha avêtina guleyên bêserûber şêniyan fêm kir ku ew çete ne. Cîhan wiha domand: “Şêniyan zanî ku çeteyan al û cilên QSD’ê ji bo xapandinê li xwe kiribûn. Da ku bi rihetî derbasî gund bibin.

Di dema guleavêtina çeteyan de guleyek li şivanekî ku pezê gund diçêrand ket û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Di wê kêliyê de her kesî zanî ku ew çete ne. Em bi wê re revîn malên xwe û çeteyan hewl da gund dorpêç bikin, da ku şênî jê dernekevin. Lê belê hejmara wan têrê nedikir. Ji lew re hin şênî revîn û em ji wan hinekan in û me berê xwe da gundên Aşûrî yên li gundewarên Til Temirê."

Cîhanê got: “Hin malbat, mêr û jinên mezin nikarîn ji malên xwe derketana û çeteyan li wan da û îşkencekirin. Piştî ku em gihîştin cihên ewle me peywendî bi xizmên xwe yên ku nikarîn ji gund derkevin re çêkir. Xizmên me gotin ku çeteyan gelek sivîl ku jin jî di nav de bûn revandin û ew bi hovane îşkence kirin. Xizmeke min anî ziman ku çeteyên li gundê wan û yên derdorê wek çawa çeteyên DAIŞ’ê di dema serweriya li ser gundan de dikir, kirin. Dema jinek ciwan didîtin, çete dişandin wir da ku birevînin.”

Cîhanê azî ziman ku xizmên wan diyar kirine ku çeteyan gelek mayîn li gund û derdorê çandine û di encamê de piranî şêniyan jiyana xwe ji dest dan, her wiha çeteyan tevahî mal û milkên koçberan dizîne.

Cîhan Ehmed dayika 5 zarokan e, piştî ji gund koçber bûn û gelek rojan li gundên Aşûrî man tenê bi hêviya vegera li gundên xwe bû. Her wiha bi dewama rewşê re berê xwe da taxa Muftî ya li bajarê Hesekê û malek kirê kir. Lê belê lawaziya rewşa madî fişar li wan zêde kir. Piştî Rêveberiya Xweser kampa Waşûkanî ava kir berê xwe dan kampê û hê jî li wir in. Lê çavên wan li rêya vegera gund û malên xwe piştî rizgarkirinê ne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k3l7kPBezcI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>