ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2020
2 gulan, 2020   04:00

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Yekitiya Karkeran a kantona Kobanê bi wesîleya 1‘ê Gulanê serdana karkeran dike, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên navaçeya Tirbespiyê yên li derveyî welat ji bo alîkariya xizmên xwe însaytîfek dane destpêkirin, pereyan kom dikin û ji malbat û xizmên xwe yên li welatê re dişînin da ku projeyên xizmetguzariyê vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê bi navê Elî Mihemed Biro zilma ku komên çete, DAIŞ û dewleta Tirk li wan kiriye wiha vegot: “Bav û 2 birayên min qetilkirin. Em nikarin bi wan re bijîn. Em dixwazin careke din ewlehiya ku di dema Rêveberiya Xweser a Demokratîk de hebû, vegere.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şênî, rewşenbîr, siyasetmedar û hûnermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga yekîtiya netewî ya Kurdî dikin û dibêjin: ‘‘Pêkanîna yekîtiya netewî dê mafên gelê Kurd mîsoger bike û bersiva hemû planên dijmin ên li dijî Kurdan bide.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li Lubnanê li gel tunebûna ber bi çav a siyasî û helweşîna aborî, çalakiyên protestoyî yên bi dirûşmeya "şoreşa birçiyan" belav dibin. Ev yek îhtimala şerekî nû di navbera artêş û hemwelatîyan de derdixe holê. (BI WÊNE).

JIN

-Jinên kedkar ên di saziyên tenduristî û xizmetguzarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin, li hemberî krîza pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) di rêza pêşîn a têkoşînê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên navçeya Şêrawayê, şênî neçar mane ku ne di wextê wê de daran bikesixînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA