​​​​​​​DYA‘yê ceza li şerîket û kesayetekî Iraqî yên girêdayî Îranê birîn

Wezareta Xezîneyê ya DYA‘yê ceza li kesaayet û şerîketeke Iraqê ku girêdayî Îranê ye birî.

​​​​​​​DYA‘yê ceza li şerîket û kesayetekî Iraqî yên girêdayî Îranê birîn
1 gulan, 2020   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesê ceza lê hatiye birîn Emîr Diyanet e, di lîsteya reş a girêdayî Feyleq El-Qudis a Pasdarên Îranê de ye.

Wezaretê got ku wê ceza li şerîketa xizmeta pîşesazî û xwediyê wê birî ji ber ku bi destekdayîna Feyleq El-Qudis a Îranê tewanbar e, di heman demê de ji bo derxistina konvoyên barhilgirê ji Îran ber bi Yemenê ve xebitiye.

Wezaretê her wiha diyar kir ku Emîr Diyanet ê xwediyê şerîketê nasnameya Îraq û Îran pê re heye û  bi salan piştgirî da karê qaçaxî yê ji hêla Feyleq El- Quds ve têne kirin.

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Stephen Mnuchin got, rejîma Îran û alîgirên wê li ser hesabê tenduristî û xweşiya gelê Îranê destekdayîna rêxistinên terorîst ê cîhanê didomînin û anî ziman hîna DYA‘yê bi karê xwe yê bi saziyên diravî û şerîketên navdewletî re pabend e da ku alîkariya gelê Îranê bike.